107 penaberên di keştiyê de noqî bahrê bûn

NAVENDA NÛÇEYAN - Li peravên Lîbyayê Derya Spî ya Lîbyayê keştiya ku herî kêm 107 penaber tê de bûn noqî bahrê bû. Ji 107 kesan tenê 4 kes rizgar bûn.

Hêza Ewlehiya Peravên Îtalyayê Gûarîda Costîera, diyar kir ku 50 kîlometre dûrî peravên Lîbyayê, keştiya penaberan noqî avê bû. Heza Ewlehiyê destnîşan kir ku tenê 4 penaber rizgar bûne. Penaberên rizgar bûn, diyar kirin ku ku di keştiyê de 107 kes hebûn û ji Lîbyayê bi rê ketibûn. Heta niha cenazeyê 8 penaberan hatin dîtin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê duh tevahiya şevê dewam kir.