Ebadî: Em li dijî PKK'ê şer nakin

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê, Haydar Îbadî diyar kir ku wan ji Tirkiyeyê re got ku dê li dijî PKK'ê şer nekin û li pêşiya Iraqiyan bi taybetî Êzidiyên alîgirê PKK'ê nebin asteng.

Parlamenterê Tevgera Goran Huşyar Abdullah, ku endamekî Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî bi Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê re civîn pêk aniye.

Huşyar Abdullah da xuyakirin, ku Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî di civînê de bal kişandiye ser firotina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û wiha got: "Haya me jê heye ku Herêma Kurdistanê ji sedî bîst ê petrola Iraqê difiroşe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 1 mîlyon heta 1 mîlyon 300 hezar warîl petrolê difiroşe. Baş e, çima muçeyên karmend û pêşmergeyan nade. Ji ber ku aliyên li herêma Kurdistanê di vê mijarê de şirîkê hev in, dengê xwe li hev nakin."

Li gorî agahiyên ji aliyê Huşyar Abdullah ve hatin dayîn, Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî di heman civînê de li ser PKK'ê û Şengalê jî ev nirxandin kiriye. Li gorî daxuyaniya Huşyar Abdullah, Ebadî wiha gotiye: "Tirkiye û Hewlêr ji PKK'ê ditirsin û xwe jê vedigirin. Polîtîkaya me zelal e û me ji Tirkiyeyê re jî ragihand, nabe ku Tirkiye axa me ji bo şer bi kar bîne. Her wiha me ji Tirkiyeyê re got, em ê li dijî PKK'ê şer nekin û dijberiya li PKK'ê ne karê me ye. Wekî din me got; em ê li pêşiya Iraqiyan bi taybetî Êzidiyên alîgirê PKK'ê nebin asteng. Em ê dest li nêrîn û alîgiriya wan a siyasî wernedin."