NAVENDA NÛÇEYAN - 47'emîn Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) di nava tedbîrên mezin ên ewlehiyê de dest pê dike. Serokdewlet û serokwezîrên zêdeyî 30 welatan dê beşdarî vê civîna bilin a li Davosê bibin.
47'emîn Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) ku îro li bajarokê Davosê yê Swîsreyê dest pê dike, dê heta 20'ê Çileyê bidome. Civîna Bilind a Davosê wê bi sernavê "Pêşengiya xwedî berpirsyarî" pêk were û di 400 rûniştinên vê civînê de wê gelek mijar bên nirxandin. Di Forûma Aboriyê ya Cîhanê de wê bi giranî mijarên 'xurtkirina hevkariya global', 'reformekirina kapîtalîzmê', zindîkirina mezinkirina aboriyê' û 'amadekirina ji Şoreşa Endustriyê ya Çaremîn' bên nîqaşkirin. Di heman demê de wê êrîşên 'terorê' yên li çar aliyên cîhanê, têkoşîna li dijî krîza penaberan wê di rojeva civînê de bin.
Tê gotin, wê pirsgirêkên herêmî û global, şer, pirsgirêkên hawirdorê, birçîbûn, xizanî, pirsgirêkên aborî, hilberîn, belavkirin, xwarin û enerjiyê jî werin nirxandin. Tevî Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden, Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May, Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Olga Golodets, wê serokdewlet û serokwezîrên zêdeyî 30 welatan beşdar bibin. Her wiha Serketerê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Bazirganiya Cîhanê Roberto Avevedo, Seroka IMF'ê Chrîstîne Lagarde, Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Fîlîppo Grandî, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (ÎOM) Wîllîam Lacy Swîng û Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ÎLO) Gûy Ryder jî li forûmê amade bin.
Ji ber pêkhatina Forûma Aboriyê ya Cîhanê, ev demeke tedbîrên mezin ên ewlehiyê li gelemperiya Swîsreyê bi taybetî li Davosê tên girtin. Li vî bajarokê ku nifûsa wê 11 hezar e, ji bo ewlekariyê zêdeyî 5 hezar personelên leşkerî hatine wezîfedarkirin.