Antonio Tajani bû serokê PE'yê

NAVENDA NÛÇEYAN -Di hilbijartinên ji bo Serokatiya Parlementoya Ewropayê (PE) yên 4 tûran domandin de, endamê îtalyayî Antonio Tajani di tûra dawî de li hemberî hevrikê (reqîb) xwe Gianni Pittella 351 deng wergirtin û bû serokê PE'yê yê nû.

Hilbijartinên li Strazburgê yên li Lijneya Giştî ya PE'yê di saetên sibehê bi 6 namzetan destpêkirin, heta tûra 4'emîn jî kes bi ser kesî neket.

Li gor pîvanan, di tûra çaremîn de ji namzetan 2 namzetên herî zêde deng stendin ketin di hilbijartinê de dan ber hev. Namzetê koma Demokratên Xirîstiyan (EPP) Tajani, di tûra çaremîn de 351 deng wergirtin û namzetê koma Demokratên Civakî Pittella jî 282 deng wergirtin.

Piştî encamên hilbijartinê Antonio Tajani ji bo axaftina spasiyê ji bo kursiyê hat vexwadin. Tajani di axaftina xwe de diyar kir ku, ew vê serketina xwe diyarî kesên ku sala çûyî di erdheja Îtalayayê de jiyana xwe ji dest dane û banga yekîtiyê li Ewropayê kir.