Îran: Em naxwazin DYA li Astanayê cih bigire

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf daxuyand ku, ew li dijî ne ku DYA li Astanayê cih bigire.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf, têkildarî hevdîtinên Astanayê yên ji bo çareseriya şerê Sûriyeyê daxuyanîd a. Zarîf ê ji Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya Îaranê re axivî got, ew li dijî wê ne ku, DYA di hevdîtinên Astanayê de cih bigire. Zarîf wiha got: "Ji bo muzakereyan me DYA venexwandiye û em li dijî beşdarbûna wê ne."