NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmên navîn ên Îtalyayê, ji ber erdhejê aşût çêbû. Piştî aşûtê otelek di binê berfê de ma û 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Îtalyayê ji ber erdheja ev çend roj in li Îtalyayê pêk tê, li Pescara ya Îtalyayê aşût pêk hat. Piştî aşûtê otelek di binê berfê de ma û di otela Rîgopîano pa Gran Sasso ya li navenda kaşûnê ku tûrîstên Îngilîz lê bû, 27 muşterî û personelên otelê di binê berfê de man. Li gorî nûçeya Reutersê herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da. Waliyê Pescara Antonîo Dî Marco destnîşan kir ku tîmên rizgarkirinê çûne herêmê û fikara hejmara miriyan zêdetir bibe heye.