NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtinên li paytextê Kazakistan Astana ku li Wezareta Karên Derve ya Kazakîstanê pêk bê sibê saet di 13.00'ê 23' Çile de dest pê dike.
Civîna li ser rewşa Sûriyeyê ku li paytextê Astana ya Kazakistanê li Wezareta Karên Derve pêk bê, sibê saet di 13.00'ê 23'ê Çile de dest pê dike. Li bendê ye ku civîn rojekê bidome û di heman saetê 24'ê Çile de bi dawî bibe. Di civînê de dê wezîrê karên derve yê Rûsya, Serokê Yekîneya Efrîqa Bakur û Rojhilata Navîn Başkanı Sergey Verşinin, Cîgîrê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyn Cabir Ansari û heyeta ku ji Tirkiye dê amade bibin. Dîsa dê Wezîre Karên Derve yê Kazakistanê Kayrat Abdrahmanov amade bibe. Li aliyê din dê muxalifên Sûriye û Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriye Staffan de Mistura, Nûnerên Rusya, Tirkiye û Îranê yên Suriye dêdi civînê de amade bin. Heyeta daybet a DYA dê beşdar nebe. Li ser navê DYA dê Sefîrê DYA yê Kazakistan beşdarî civînê bibe. Li bendê ye ku li hundir û derve nêzî 300 rojnameger vê civînê bişopînin.
Li gorî agahiyên ku di malpera Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê de hatin belavkirin dê civîn li Otela Rixos President Astana pêk bê.