Li Astanayê hevdîtinên krîtîk

ENQERE - Hevdîtinên Astanayê li Rûsya, Tirkiye û Îran pêşengiyê dike ya li ser Sûriyeyê dest pê kir. Di hevdîtinên ku Amerîka bi sefîr beşdar dibe kurd nehatin vexwendin. Tê gotin ku hevdîtinên bêyî kurdan wekî Cenevreyê dê bêencam bimîne.

Têkîldarî şerê ku li Sûriyeyê 6 sal in berdewam dike, bi pêşengiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li paytexta Kazakistanê Astanayê dest pê kir. Di hevdîtinên ku berdewemkirina agirbestê û gihandina alîkariyan hedef e, tê gotin ku bi serkeftina hevdîtinan di vî mijarê de pêşketin çêbibe.

Wezareta Karên Derve yê Kazakistanê daxuyand ku rejîma Şamê û muxalîfên çekdarî rû bi rû hevdîtinê pêk bîne hê biryar nehatiye dayîn. Ger ku di hevdîtinan de muxalîfên ku Tirkiye, Erebistana Suîdî û Qatar piştgiriyê didin û rejîma Şamê bên cem hev ev dê ji hevdîtinên heta niha hatin kirin cudatir be.

HEYETA AMERÎKAYÊ TUNEYE

Muxalîfên ku berê bi nûnerên xwe yên siyasî ve li maseyê bûn vê carê dê bi fermandarên li eniyê ve li Astanayê bin. Garantorên hevdîtinê Tirkiye, Rûsya û Îranê pêk tên, li maseyê Qatar a ku piştgiriyê dide muxalîfan jî heye. Amerîkayê ji bo hevdîtinan heyet neşand, Kazakistan jî bi balyozê xwe Ablert Krol ve tê temsîlkirin.

MUXALÎF ÇI DIXWAZIN

Berdevkê heyeta muxalîfan Yayha Arîdî diyar kir ku ji bo xwînê rawestînin û şîdeta rejîm û Îranê bidin rawestandin tevlî hevdîtinan dibin. Arîdî îdia kir ku leşkerên rejîm û mîlîsên Îranê agirbestê bin pê dikin û dixwazin dorpêç û paqijkirina etnîkî ya rejîm pêk tîne bi dawî bibe.

Rêveberiya Esad a ku li bendê ye tevlî hevdîtinan bibe jî dixwaze Tirkiye û Qatar ên ku li Sûriyeyê şerê navxweyî derxîstine sûcdar dike jî dixwazin polîtîkayên xwe biguherînin.

TIRKIYEYÊ ENKS VEXWEND

Rejîm jibilî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di nav de YPG jî heye hemû komên çekdar wekî "terorîst" bi nav dike. Beramberî vê Tirkiye jî dixwaze ENKS a ku nêzîkî rêveberiya Barzanî ye û beriya demeke li Enqereyê kom kir di hevdîtinan de kurda temsîl bike. Beriya demekî yek ji nûnerên ENKS'ê gotibû ku dixwazin Tirkiye bikeve Rojava.

DEMA KURD NEBIN ENCAM NAYÊ GIRTIN

Di hevdîtinan de kurdên ku li Sûriyeyê hêza herî birêxistinkirine cih nagirin. Ji ber helwesta Tirkiyeyê û erêkirina dewletên din ligel daxwaza Amerîkayê kurd ji bo hevdîtinan nehatin vexwendin. Dîsa bi helwesta Tirkiyeyê kurd ji bo hevdîtinên Cenevreyê nehatibûn vexwendin û ji ber vê yekê jî di hevdîtinan de encamek nehatibû bi destxistin.