Trump dê hatina welatiyên 7 welatan a li Amerîkayê bi sînor bike

WASHINGTON - Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku ew plansaziya di warê ewlehiya neteweyî de "bibe rojekî mezin" dikin.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê daxuyand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji îro pêve biryarnameyên ku ketina pênaberan li Amerîkayê sînor dike îmze bike. Li gorî nûçeyê di nava van biryarnameyan de bi awayekî demî rawestandina qebûlkirina penaberan û rawestandina welatiyên ku ji Rojhilata Navîn û Amerîkayê tên jî heye. Di nava welatên ku têkina welatiyên wan li Amerîka, welatên wekî Sûriye, Iraq, Îran, LÎbya, Somalî, Sudan û Yemen hene.

DÊ TÊKETINA WAN BÊ ASTENGKIRIN

Çavkaniyê ku ji ajansê re axivî diyar kirin ku bi birnameya ku li bendê ye Trump îro îmze bike ve ji bo ewlehiya sînor dê hin tedbîr bên girtin. Li gorî çavkaniyan li bendê ye ku Trump biryarnameya ku têketina penaberan bi sînor dike j^iheta dawiya hefteyê îmze bike.

Trump di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de gotibû ku ew ê hatina misilmanan li Amerîkayê asteng bike û misilmanên li Amerîkayê bigirin bin qeydan.