Zaharova: Dê gelê Sûriyeyê biryarê bide

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, ji bo pêşnûmeya qanûna bingehîn a ku Rûsyayê pêşkêşî Sûriyeyê kiriye nirxandina "Dê sûriyeyî biryara her tiştî bidin" kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, têkîldarî pêşrûmeya qanûna bingehîn a ku Rûsyayê pêşkêşî Sûriyeyê kiriye daxuyanî da. Zaharova daxuyand ku dê sûriyeyî biryara her tiştî bidin.

Zaharova desnîşan kir ku Wezareka Karên Derve ya Rûsyayê têkîldarî naveroka pêşnûmeya qanûna bingehîn şîroveyek nekiriye û hemû tişt dê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve bê diyarkirin.