NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Yewnanistanê 8 leşkerên ku piştî hewldana darbeyê bi helîkopterê ve çûn îada nake.
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an 8 leşkerên ku bi helîkopterê reviyan Yewnanistanê îro careke din derketin pêşberî dadgehê. Dadgeha Bilind a Yewnanistanê biryara ku 8 leşkerên ku Tirkiye dixwaze bêîadekirin dê îade neke da.
Der barê leşkeran de biryara dawî dê di 23'ê çileyê de bihata dayîn. Lê jiber ku dadgerekî qeza derbas kir herdu dadgerên din jî nêrînên xwe venegotin doz hatibû taloqkirin û îro hate dîtin.