NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku civînên ku dihat payîn di 8'ê Sibatê de li bajarê Cenevreyê yê Swîsrayê pêk bê, hat taloqkirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî civîna ku di 8'ê Sibatê de li Cenevreyê pêk bê agahî da û diyar kir ku dihat payîn di 8'ê Sibatê de li bajarê Cenevreyê yê Swîsrayê pêk bê hatine taloqkirin. Lavrov, da zanîn ku plan dikin ku di dawiya meha sibatê de pêk bînin. Lavrov wiha got: Hêvî dikim ku Neteweyên Yekbûyî civînên sûrî-sûrî yên Cenevreyê careke din bi paş de nexe. Lavrov, anî ziman ku operasyonên leşkerî li Sûriyeyê rawestiyane lewra tu sedem tine ku civînên Cenevreyê bên bipaşxistin. Lavrov derbarê sedemên bipaşxistinê de jî tu agahî nedan. Lavrov piştras kir ku divê civînên Sûriyeyê li ser mijarin sereke rawestin ku çêkirina destûreke bingehîn yek ji wan e.
Lavrov, tekildarî destûra Rûsyayê pêşkêşî aliyên pirsgirêka Sûriyeyê kiribû de jî, diyar kir ku ne rast e destûra Rûsyayê daye aliyên sûriyeyî û destûrê DYA'yê ji bo Iraqê bên beramberkirin. Rûsyayê destûr wek pêşniyar radestî aliyan kiriye û ew li ser tu kesî ferz nekiriye. Lavrov diyar kir ku destûra wan pêşkêş kiriye, fikirên hikûmeta Sûriyeyê û dijberiya wê anîne ba hev û wiha got: "Ev reşnivîs hewl dide ku nêzîkatiyên hevbeş di navbera hikûmet û dijberiyê de yên di salên borî de ji me re hatibûn gotin peyda bike û wan berhev bike."