Ji Amerîkayê hewldana 'Birayên Misilman'

WASHINGTON - Li Amerîkayê di navbera şewirmendên Trulp de nîqaşên wekî "Tevgera Birayên Misilman" dê "bigirin nava rêxistinên terorê" û li hemberî wan mueyîde bikaranînê tên kirin. Biryarekî bi vî rengî jî şîroveyên wekî "dê bibe sedema tevliheviya têkîliyên bi Tirkiyeyê re" bi xwe re tîne.

Li Demletê Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) nîqaşên wekî "Birayên misilman" "dê bigirina nava rêxistinên terorê" tê kirin. Hate ragihandin ku şewirmendên Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump ev mijar nîqaş kirine. Li gorî nûçeya Ajansa Nûceyan a Reutersê Şewirmendê ewlehiya Neteweyî yê Trump Micaael Flynn pêşniyan kiriye ku Birayên Misilman wekî rêxistina terorê bê dîtin û li dijî rêxistinê jî mueyîde bê bikaranîn. Wek ji şewirmendên Trump ên pêvajoya demî yê ji ber hesasbûna mijarê nexwestiye navê xwe aşkera bike nirxandina "agahiya wî ji nîqaşên li ser mijarê heye ew jî nêrîna ku ji bo Birayên Misilman wekî rêxistina terorê bê dîtin parve kiriye" kir.

TÊKILIYÊN BI TIRKIYEYÊ RE DÊ TEVLIHEV BIBE

Heman şewirmendê agahiya ku, şewirmend Michael Flynn û ekîba wî li ser rêxistinên ku dê wekî rêxistinên terorê bên nîşandan hevdîtin pêk aiye lê di vî mijarê de gavên şenber kengî bê avêtin nizane. Hate gotin ku di nîqaşên ku tên kirin de hin şewirmend jî naxwazin Birayên Misilman wekî rêxistina terorê bê dîtin, sedama vê yekê jî li gelek welatan rêxistin bi aweyekî aştiyane pêş dikeve tê nîşandan.

Ev nîqaş ji bo şîroveyên ku ger Amerîka Birayên Misilman bigire nava rêxistinên terorê dê têkiliyên bi Tirkiyeyê re tevlîhev bibe.

LI 2 WELATAN RÊXISTINA 'TERORÊ' YE

Tevgera Birayên Misilman tevgerekî îslamî ya ku di dîroka Misirê de ya herî kevn e. Birayên Misilman piştî "Bihara Ereb" di 2013'an de li welat wekî "rêxistina terorê" hatibû binavkirin. Birayên misilman li erebistana Suîdî û Emaretên Ereb ên Yekbûyî wekî "rêxistina terorê" tê dîtin.