Bi çekan êrîşî Mizgeftê kirin

NAVENDA NUÇEYAN - Kesên çekdar di nimêja eşa de li bajarê Quebec ê Kanadayê bi çekan êrîşî mizgeftê kirin. Di êrîşa çekdarî de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Quebecê yê Kanadayê di nimêja eşa de 3 kesên çekdar li dijî Mizgefta Quebec Cityê êrîş pêk anîn. Di saetên êvarî de li dijî Navenda Çandê ya Îslamê ya Quebec City êrîşa çekdarî pêk anîn û di êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar bûn. Polîsan pişti bûyerê 2 kesên şikdar binçav kirin. Rayedarên polîsan diyar kirin ku herêm xistine bin ewlehiyê.