CENEVRE - 5 raportorên tayebet ên Neteweyên Yekbûyî, girtina deriyan a DYE’yê ya li ser welatiyên 7 welat bi zimanek hişk rexne kirin û wiha gotin: “DYE di çevçûnên Iraq û Sûriyeyê de cih girt. Divê deste xwe dirêjî kesên ji vir direvin bike û berpirsyariya xwe bîne cih. Divê berpirsyariyên ji hevpeymanên Navneteweyî tên bibîr bîne û biryarê paşde bikişîne.”
Serokê DYE’yê Donald Trump, di 27’ê Çileyê de peymana ku hatina mislimanên Îran, Iraq, Lîbya, Somalî, Sudan, Sûriye û Yemen a DYE’yê qedexe dike îmzekiribû, bertekên li dijî bê biryarê zêde dibin û bertekek jî ji raportorên taybet ên NY hat. Raportorê Tayebet ê Koçberên NY’ê François Crépeau, Raportorê Nijatperestiyê Mutuma Ruteereb, Raportorê Mafê Mirovan û Têkoşîna bi Terorê re Ben Emmerson, Raportorê Taybet ê Îşkenceyê Nils Melzer û Raportorê azadiya Baweriyan Ahmed Shaheed daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku biryar, biryarek cudakariyê ye û dê bibe sedem ku axên mislimanan bên demxe kirin.
‘DIVÊ DEMILDEST BIRYARA PAŞDE BÊ KIŞANDIN’
Raportorên NY’ê dan zanîn ku polîtîkayên DYE’yê yên koçeberiyê dibe sedem ku welatiyên ji ber zilm, şer û îşkenceyan revîne bêyî prosedorên xwespartinê wan paşde bişînin û wiha gotin: “Em bang dikin ku demildest vê biryarê paşde bikişînin. Biryara mijara gotinê dê kesên ku li ser DYE’yê re derbas dibin jî bandor bike. Her wiha arantiya kesên ku diçin wan welatan û hemwekatiyê wî welatî ne jî dema vegerin dê bikaribin bikevin welat tune ye. Ev rewşek bi êşe. Ligel vê kesên diçin DYE’yê jî, dê demeke ne diyar di bin çavan de bên girtin û tirsa ku dê dersînor bên kirin me dixe nava fikaran.”
‘DIVÊ DYE BERPIRSYARIYÊN XWE BÎNE CIH’
Raportorên NY’ê destnîşan kirin ku ev biryara tê wateya plana qebûlkirina 50 koçberên Sûriyeyê ku dê di nava Cotmeha 2016’an û Îlona 2017’an bên girtin bê rawestandin û wiha pêde çûn: “Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn heta niha biryarek ku dinava krîza herî mezin a koçberiyê de girtin ji bo kesên ku pêwîstiya wan bi parastina navneteweyî hene dibe asteng. Divê DYE berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bîne cih û kesên ji şer û zilmê revîne biparêze. DYE bi xwe tevlî şerê li Iraq û Sûriyeyê bûye. Divê niha deste xwe dirêjî wan kesên ji wir direvin bike û berpirsyariya xwe bîne cih.”
Ruştu Demîrkaya - dîhaber