NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve yê Kazakistanê diyar kir ku dê Rusya, Tirkiye û ÎRan di 6'ê Sibatê de dîsa li Astana kom bibin û rewşa Sûriye niqaş bikin.
Wezareta Karên Derve yê Kazakistanê diyar kir ku dê Rusya, Tirkiye û ÎRan di 6'ê Sibatê de dîsa li Astana kom bibin û rewşa Sûriye niqaş bikin. Wezaretê da zanîn ku dê hevdîtin bidomin. Berê jî di 23-24'ê Çile de li Astana civîn pêk anîbûn, lê encama ku dixwestin bi dest nexistibûn. Piştî civina Astana li Moskova bi heyeta PYD'ê re hevdîtin pêk anîbûn.