Li Astanayê hevdîtinên Sûriyeyê dest pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevdîtinên li ser avakirina mekanîzmaya sêalî ya ji bo şopandin û sepandina agirbesta li Sûriyeyê, bi beşdariya Rûsya, Tirkiye û Îranê dest pê kir.

Li paytexta Kazakistanê Astanayê hevdîtinên ji bo şopandina agirbesta li Sûriyeyê bi beşdariya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dest pê kir. Jibilî hersê welatan hate hinbûn ku Neteyeyên Yekbûyî û Urdun jî beşdarî civînê dibe. Hate hinbûn ku alîgirên beşdarî civînê bûne wê rêyên parastina agirbestê ya li Sûriyeyê û kontrolkirina binpêkirinan biaxivin.

Di civînê de ligel hevkariya mijarên mirovahiyê wê xurtkirina baweriyê ya di navbera alîgirên Sûriyeyê de jî were nîqaşkirin.

Li gorî daxuyaniya serwîsa çapemenî ya Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê encamên civînê wê li gorî Tirkiyeyê di saet 14.30î de bi civîneke çapemeniyê were ragihandin.

Di 23-24'ê çileyê de bi pêşengiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê di navbera muxalîfan û nûnerên hikûmeta Sûriyeyê de hevdîtin hatibûn pêk anîn. Di wan hevdîtinan de Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo xurtkirin û şopandina agirbestê biryar dabûn ku mekanîzmayeke şopandin û kontrolkirinê ya hevpar ava bikin.