Heyeta Rûsî çû Şamê

NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Rûsya ku dê bi Serokdewlet Beşar Esad re hevdîtinê bike çû Şamê.

Heyeta Rûsya ku ji parlamenterên Dumayê Dmitriy Sablin, Sergey Gavrilov, Aleksander Yuşenko û beşek bijîşk pêk tê, çû Paytexta Suriyeyê Şamê. Heyeta ku Balyozê Rûsya yê li Şamê Aleksandr Kinşak jî beşdar bibe, dê bi Serokdewletê Sûriyeyê Esad, Serokwezîrê Sûriyeyê Imad Hamis û bi hinek nûnerên Sûriyeyê re li hevdu bicivin. Endamê heyetê Gavrilov diyar kir ku wan bi taybetî demeke wisa ku tê de agirbesta Sûriyeyê hatiye ragihandin, hevdîtinên Astanayê tên kirin û mizakereyên Cenevê tên plankirin hilbijartine. Gavrîlov, anî ziman ku di vê çarçoveyê de ji bo Sûriyeya piştî qeyranê armancên nû derketine holê. Gavrilov bi bîr xist ku wan pêşnûmeya nû ya ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê peşkeş kiriye û got: "Parlamenter plan dikin ku di dema serdanê de mijarên di derbarê sazkirina siyaseta Sûriyeyê de bînin rojevê, bi nûnerên saziyên sivîl û serkirdeyên mezheban re hevdîtin bikin." Gavrilov derbirî ku serdan xwediyê roleke mirovî ye jî û got wê alîkariya mirovî bidin dibistanên Sûriyeyê û wê malzemeyên xwarinê û dermanan belav bikin. Bijîşkê Rûsî Andrey Karpin yê di şandê de cih digire jî da zanîn ku ew ê rasterast bi bijîşkên Sûriyeyî re peywendiyan deynin. Karpin anî ziman ku ew ê bi rêveberiya Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê re jî hevdîtinê bikin û ji bo ku bijîşkên Sûriyeyî karibin li Rûsyayê stajê bikin, danûstandinê bikin.