Trump: Ez ê 2-3 milyon kesan derveyî sînor bikim

WASHINGTON - Endamê Komarparêzan Trump ê ku di hilbijartinên Amerîkayê de bi ser ket diyar kir ku ew ê ewil 2-3 milyon kesan derveyîsînor bikin.

Endamê Komarparêzan Donald Trump ê ku di hilbijartinê serokdewletiyê ya Amerîkayê de bi ser ket dê di 20'ê çileyê de dest bi karê xwe bike. Trump di bernameyekî televîzyonekî de dema ku dest bi kar bike dê çi bike anî ziman. Trump destnîşan kir ku li Amerîkayê penaberên ku belgeyên wan tuneye qasî 2-3 milyon kesan derveyî sînor bike.

Li ser pirsa rojnamegeran a ku li sinorê Meksîkayê dê iwar çêbikin an na. Trump destnîşan kir ku projeya wan didome ne tenê diwar dê çît jî li ser sînor daynin. Li Amerîkayê bi piranî welatiyên Meksîkayê 11 milyon penaberên bê belge dijîn. Sînorê Amerîka û Meksîkayê 3 hezar û 100 kîlometre ye. Sînorê herî zêde çûn û hatin heye ya cihanê ye û her roj nêzî milyonek kes vî sînorê bi kar tîne.

PEYAM DA ÇALAKGERAN

Trump çalakiyên ku li dijî wî piştî hilbijartinê bi slogana "Serokê min nîne" hatin lidarxistin jî nirxand û got ku ew hêvîdar e ev çalakî di demeke kin de bi dawî bibin û wiha axivî: "Ez ji kesên ku çalakiyên şermezarkirinê li dardixin re dixwazim bibêjim ku divê netirsin. Netirsin em ê vî welatî careke din zindî bikin."