NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov derbarê operasyona hewayî ya ku bû sedema kuştina 3 leşkerên TSK'ê ya Hêzên Hewayî yên Rûs li Babê ya Sûriyê pêk aniye de got: “Balafirên me li gorî koordînatên ku hevalbendên me yên tirk dane tevgeriyan."
Peskov îro civînek çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku fikrên cuda di navbera Moskow û Enqereyê de derbarê bûyera Babê ya ku 3 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan de nîne û wiha got: "Derbarê sedeman de nîqaşek nîne. Mixabin dema ku leşkerên em êrişa hewayî li ser komên terorîst pêk tanîn, li gorî koordînatên ku hevalbendên me yên tirk dane tevgeriyan. diviya leşkerên tirk ne di nava sînorên van koordînatan de bana."