Lavrov: Em navbenkariya kurdan û hikûmta Sûriye dikin

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku ew di navbera hikûmeta Sûriyeyê û kurdên Sûriyeyê de naybevnkariyê dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, daxuyanî da saziyên çapemeniyê û diyar kir ku Rûsya ji bo ku Sûriye perçe nebe hewil dide ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û kurdên Sûriyeyê de nêrîneke hevpar pêk bîne. Lavrov, anî ziman ku rayedarên hikûmeta Sûriyeyê û nûnerên kurdên Sûriyeyê di Hezîran û Kanûna 2016'an de bi navbeynkariya Rûsyayê 4 caran hevdîtin kirine û hevdîtin carinan rasterast, carinan jî bi rêya navbeynkaran pêk hatine. Lavrov, aşkere kir ku hikûmeta Sûriyeyê bi serokên YPG'ê re jî hevdîtin kirine. Sergey Lavrov got: "Em bawer dikin ku wê ji vê diyaloga di navbera Sûriyeyiyan de sûd were girtin"