Li Japonyayê erdhej

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Japonyayê Nêzî bajarê Fukuşîmayê di pêla 7,3'yan de erdhej çêbû. Piştî erdhejê tsunamî pêk hat.

Li nêzî bajarê Fukuşîma ya Japonyayê ku beriya 5 salan edhej çêbûbû û 19 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû, erdhejekî di pêla 7,3'yan de çêbû. Li gorî agahiya Ajansa Meteorolojî ya Japonyayê erdhej 10 kîlometre bin erdê de çêbûye. Piştî erdhejê tsunamî çêbû. Bilindbûna pêlên avê li hin cihan gihîştiye metreyekî. Hat ragihandin ku dibe ku pêlên tsunamiyê bigihê heta 3 metreyan û ji ber vê yekê hat xwestin ku welatiyên herêmê malên xwe biterikînin.

Li heman herêmê di 11'ê Adara 2011'an de di pêla 9 de erdhej çêbûbû. Di encama tsunamiyê de 19 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber karasetê li Satrala Fukuşimayê madeyê radyoaktîf ji santralê herikibû.