NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Kolombiya û gerîllayên FARC'ê piştî peymana bi armanca şerê 52 salan bi dawî bikin îmze kirin û di referandumê de hat redkirin, paymanek din di nava xwe de çêkirin.
Hikûmeta Kolombiya û gerîllayên FARC'ê piştî peymana bi armanca şerê 52 salan di nava xwe de bi dawî bikin îmze kirin û di referandûmê de hat redkirin, dîsa li ser peymanek din a aştiyê li hev kirin. Di daxuyaniya hikûmetê û FARC'ê ya hevpar de hat diyarkirin ku ji bo peymana nû komên nû tev li navbênkariyê hatiye kirin. Serokdewletê Kolombiya Juan Manuel Santos ku piştî peymana aştiyê Xelata Aştiyê ya Nobelê bi dest xist, diyar kir ku ev peyman ji ya berê baştir e. Serokê muzakereya hikûmetê Humberto de la Calle û Serokê Muzakereya FARC’ê Luciano Marin, li Paytextê Kuba Havana yê peyman îmze kirin. De la Calle, anî ziman ku guhertina girîng dê tazmînata mal bidin qurbaniyên FARC’ê. De la Calle, anî ziman ku di vê peymanê de rexne û kêfxweşî tev li ber çavan girtine û dê welatiyên Kolombiya bikin yek.
Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê John Kerry jî anî ziman ku ev peymana aştiyê dê Kolombiya ber bi aştiyek kok ve bibe.