Şêwimendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Flynn îstîfa kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku Şêwimendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Michael Flynn ji peywira xwe îstîfa kir

Li gorî nûçeyên malperên cuda hat diyarkirin ku Sêwimendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Michael Flynn li ser îdîayên ku bi rêya telefonê bi Balyozê Rûsyayê yê li Washîngtonê Sergey Ivanovich Kislyak re axiviye ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump li şûna Michael Flynn bi awayekî demkî general Keith Kellogg tayîn kir. Kellogg di kampanya hilbijartinê de şêwirmendiya polîtîkaya derve û serokatiya ekîba Wezareta Parastinê kiribû.