Polîsên alman bi ser malên meleyên tirk de girtin

BERLÎN - Polîsên alman li Eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur û Eyaleta Rheinland Pfalz bi hinceta ku sixûrî dikin bi ser malên 4 meleyên tirk de girtin.

Li gorî agahiya kovara Der Spiegelê ji malpera xwe ya înternetê daye bi fermana Serdozgeriya Federal li malên 4 meleyên tirk ên girtêdayî Yekîtiya Îslam a Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) lêgerîn tê kirin. Teşkilata Emniyetê ya Federal, Teşkîlata Eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur û Eyaleta Rheinland Pfalzê polîs beşdar bûne.

Spiegelê ragihand ku di esasê xwe de operasyon dê di meha çileyê de hatiba lidarxistin lê hatiye taloqkirin. Operasyon li ser giliya berdevkê karên ol ê Partiya Keskan û parlamenter Volker Beck a der barê DÎTÎB'ê hatiye kirin û Serdozgeriya Komarê ya Federal Teşkîlata Emniyetê ya Federal têkîldarî operasyonê peywirdar kiriye.

Beckê kanûna borî têkîldarî sîxuriyê belge teslîmî Serdozgeriya Federal kiribû.

HERÎ KÊM 13 MELE HATIN TESPÎTKIRIN

Serokê Teşkîlata Parastina Qanûna Bingehîn a Eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur Burkhard Freier, agahî dabû Komîsyona Hundir e Meclîsa Eyaleta Dusseldorfê û ragihandibû ku herî kêm 13 meleyên ku sîxuriyê dikin hene. Li Eyaleta Rheinland Pfalzê ji cemaeta 3 mizgeftan agahî hatine komkirin û 33 kes û 11 saziyên perwerdehiyê ji aliyê meleyan ve îxbarî Diyanetê hatine kirin.