Qada çandiyê ya dawî jî tune dikin!

MANÎSA - Cotkar, ekolojîst û endezyarên zîreatê ku li dijî îstîmlaqa Herêma Sanayiya Organîze ya Manîsayê ya ji bo 965 donim ereziya li taxa Emlakdereyê derdkevin diyar kir ku li herêmê ji ber îstimlaqên berê tenê 965 donim erezî hatiye hiştin û niha tê xwestin ku ev jî bê îstimlaqkirin lê ew ê desturê nedin.

Li taxa Emlakdere ya navçeya Yunusemre ya Manîsayê 965 donim erezî ji aliyê Herêma Sanayiya Organîze ya Manîsayê (OSB) ve tê xwestin bê îstimlaqkirin. Serokatiya Kordînasyon û Şopanidna Razemeniyê ya Walîtiya Manîsayê ve ev karê îstîmlaqkirinê ji bo OSB'ê tê kirin û ji bo ku gundî beşdarî doza lêpirsînê bibin vexwendname şand.

Di çarçoveya xebata îstîmlaqê de ji bo gundiyan ji bo donimekî di navbera 12 hezar û 50 hezarî de pere tê xwestin bê dayîn gundiyan jî ev pere qebûl nekirin. Gundiyên ku teblîgat gihîşt ber dêstênn wan li dijî OSB'ê wekalet dan parêzerên xwe û ji bo biryara îstimlaqê bê betalkirin doza rawestandinê vekirin.

Li aliyê din li herêmê berê 8 hezar domin erezî hebû lê ji ber îstîmlaqêr demên borî tenê 965 donim erezî maye. Ger ku ev erezî jî bê îstimlaqkirin li herêmê hema ku qadên çandiniyê namîne. Dîsa beriya 6 mehan nexşeya 965 donim erezî ji bo ku qada parastinê bê îlankirin ji Wezareta Sewalkarî û Çandiniyê re hatiye şandin lê ev nehatiye erêkirin.

'JI ME QURBANÊN NÛ TÊ XWESTIN'

Serokê Odeya Endezyarên Zîreatê Îbrahîm Demran li hemberî projeya îstîmlaqê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku herêma sanayiyê nêzî 20 hezar dekar qad e û ev 20 hezar dekar qad piraniya wî berê ku bibe herêma sanayiyê qada çandiniyê bû. Demran wiha axivî: "Li vê derê berê baxçeyên fêkî û zeytûnê hebû. Me ev qad kir qurbanî sanayiye. Niha jî qurbanên nû tê xwestin. Ji bo herêma Karaalî û Akgedîkê me li dijî îstîmlaqên nû kampanya jî da destpêkirin. Ev qadên bi bereket in. Ger ku sanayî bê kirin divê li qadên derveyî çandiniyê bê kirin."

'DIVÊ PÎROZBÛNA AXÊ NEYÊ JI BÎRKIRIN'

Demran got ku wekî rêveberiya odeyê ji bo sanayiyê qadên cuda pêşniyar kirine dikare li herêma Uzurburunê bê kirin lê bi israr tê xwestin ev der bê îstimlaqkirin ji ber ku qadên çandiniyê duz in li van deran avahiyê sanayiyê bi rehetî tên çêkirin, qadên çandiniyê tê dagirkirin.

Demran herî dawî wiha got: "Tenê ji bo vî herêmê na ji bo herêmên din jî divê pîrozbûna axê neyê jibîrkirin. Ev qad bi lez derveyî çandiniyê tên hiştin. Di demeke nêz de em ê berhemên çandiyê bi buhayên giran û hem jî bêqalîte bikirin."

'XESP E YAN ÎSTÎMLAQ E'

Ekolojîst Metîn Sert jî diyar kir ku rewş ji îstimlaqê wêdetir dişibe "xespê" û wiha berdewam kir: "Qadên bi bereket ên gundiyan tê xwestin bê îstimlaqkirin. Qada sanayiyê Tê berfirehkirin. Ger ku ev berfirehkirin bê kirin çima ber bi qadên bi bereket ve tê firehkirin. Ma alternatîfên din tuneye? Bi razemeniyekî kêm dê li qada ku herî zêde bere bîne bi cih bibin. Buhayê malên gundiyan 100 TL be 20 TL didin. Gundî dibêjin 'ev întixara min e', divê ev feraseta îstîmlaqê bê nîqaşkirin. Gelo îstimlaq e yan xesp e."

'DARÊN 100 SALÎ HENE'

Cotkarên ku axa wan tê îstimlaqkirin jî diyar kirin ku hewldana rayedaran a lihevkirinê tuneye û hevdîtinek pêk neanîne.

Keyayê taxa Emlakdereyê Kadîr Kocabiyik ê ku li herêmê cotkariyê jî dike diyar kir ku niha doza wan berdewam dike û her tim tê taloqkirin. Kocabiyik wiha got: "Ji bo buhayekî diyar bikin dê ji nûve keşf bê kirin. Buhayekî pir kêm dan. Welatiyan nerazîbûn nîşandan." Kocabiyik da zanîn ku li herêma ku tê xwestin bê îstimlaqkirin darên zeytunê yên 100 salî mezintir hene. Kocabiyik got ku ew li dijî îstimlaqê derdikevin û wiha got: "Em li dijî vê derdikevin lê ekî keyayê taxê rayeya min jî heta cihekî ye. Gel çi bibêje dê ew be."

Cihan Başakçioglu - dîhaber