Şîrketa Holanda ji projeya 3'emin balafirgeha Stenbolê vekişiya

STENBOL - Şirketa Hananda bi hinceta dê hevsengiya pergala ekolojiyê xera bike, xwe ji projeya 3'emîn balafirgeha Stenbolê vekişand.

Şîrketa Halanda ku tev li projeya avakirina 3’emîn balafihgeha Stenbolê bûbû, bi sedema ku dê hevsengiya ekolojiyê xera bike li ser biryar û helwesta Parastina Daristanên Bakur ji projeyê xwe vekişand. Şîrketa Înşatê ya Holanda ku navê xwe û projeya xwe aşkere nekir ku ji bo projeyê serî li Saziya krediyan Atradius Dutch State Business’a (ADSB) dabû, xwe ji projeyê kişand. ADSB, bi Parastina Daristanên Bakur (KOS) re ket dan û stendinê û agahiyên fireh ên darê vekişandina şîrketê de girt. Endamên KS'ê ku bi rayedarên ADSB'ê li Stenbolê kom bûn, Endamên KOS'ê di civînê de diyar kir ku avakirina vê balafirgehê zerarek mezin dide xweza û derdorê. hevsenygiya ekosistemê xera dike.

KOS'ê da zanîn ku li gorî agahiya ku wan ji Both ENDS û Niels Hazekamp girtiye, navê şîrketê û sedema vekişandina şîrketê nahatiye vegotin.