Walî berî ÇED'ê destûr da lêgerîna madenê

MANÎSA - Walîtiya Manisaye destûr da ku Şîrketa Bazirganiya Pîşesaziyê ya Eczacibaşi ya taxa Asaralti ya Soma ku bi sondajê li madenê bigere.
Şirket hewce be dê daran jî bibire û li madenê bigerin.

Şîrketa Bazirganiya Pîşesaziyê ya Eczacibaşi ya taxa Asaralti ya Soma, bi armanca bi sondajê li madenê bigere proje amade kir û pêşkêşî Walîtiya Manîsayê kir. Walîtiya Manîsa di 16'e sipatê de proje pêşkêşî Nirxandina Bandora li ser Derdorê (ÇED) kir û diyar kir ku proje guncav e. Piştî Walîtiyê destûr da û peşkêşî ÇED'ê kir, ÇED'ê jî pêvajoya lêkolînê kir. Şîrket ji bo lêgerîna madenê dê 5 sondajan ava bike û hewce be dê hêjmara sondajan zêde bike. Şîrket armanc dike ku di destpêka projeyê de 5 sondajan ava bike. Dema hewce bike dê hêjmara sontajan zêde bike. Li qada ku ruhsata wê "AR: 201400393 û ER: 3316152" tê plankirin ku 5 sondaj bên avakirin.

Di dosyayê de tê gotin ku qada lêgerîn bê kirin qada daristanê û zevî ye û dê destûrê ji Midûriyeta Daristanê bistîne. Hêj serlêdan nehat kirin hat taahhut kirin. Di dosyayê de hat diyar kirin ku di projeya lêgerîna madenê ya bi Sondajê de sontaja hêjmar 4 ku li qada zeviyan e ji bo stendina muvafakatnamewê û ji bo sontajên li qada daristanê jî destûra lêgerînê bê dayîn destûr ji Miedûriyeta Daristanê ya îzmirê bê xwestin. Ji niha de xwestina destûrê hat taahhutkirin.

Ji bo bigêjin qada sontajan dê rê di nava zevî û daristanan re bê çêkirin ji bo vê yekê jî dê darên daristanê bên birîn û zevî bên kolandin. ji bo vê yekê dê destûr bê xwestin. Di projeyê de hat diyarkirin ku ger Midûrê Qada Daristanê ya Îzmîrê guncav bibîne dê bê çêkirin. Cihê ku sontaj lê bên kolandin 1 - 2 kilometre nêzî taxê ne. Di dosyaya danasînê de pênaseya qadê tê kirin û tê diyarkirin hemû qada daristanê ye.

Her çend proje hatiye amadekirin jî hêj agahiya şêniyên taxê nehatiye dayîn û welatîyan diyar kirin ku heta niha tu agahî bi wan re nehatiye parvekirin.