Buhişta çûkan kirin dojeh

ENQERE - Li nêzî Buhişta Çûkan a Nallihanê santralên termikê hatin avakirin, buhişta çûkan kirin rojeh. Nifşê çûkên bi navê Salsola Grandis û sîsark êdî li ber tune bûnê ne.

Li Tirkiye nêzî 70 Buhiştinên çûkan hene. Yek ji van buhiştên çûkan jî Buhişta Çûkan a li Nallihan a Enqereyê ye. Li vê buhişta çûkan ku hevsengiya xwezayê diparêze, ji ber santralên tên avakirin xweza wêran dibe, û hevsengiya ekolojiyê xera dibe. Midûriyeta Bajarvanî û Derdorê 6 kîlometre dûrî Buhişta Çûkan a Nallihanê armanc dike ku Santrala Termîkê ya Bayrihan-B ava bike. Proje di 6'ê Çile de hat erêkirin. Ji bo Santrala Termîkê tê payin ku salê 3 milyon 850 hezar ton komira linyit bişewitînin. Komir dê ji kanên madenên komirê bên temînkirin. Ev jî dê zerakek mezin bitin Buhişta Çukan a Nallihanê.
Bihişta ku di nava rûbarên Kizilirmak û Sakarya de cih digire, yek ji wargehên herî mezin ê çûkan e. Dîsa di demsalên payiz û baharan de warê çûkên koçber in. Li vê herêmê nêzî 200 cureyên çûkan dijîn. Li Tirkiye ji 6 cureyên çûkên masiyan dixwin jê 5 cure li vir dijîn. Li ger ku ev santralên termîkê têkevin meriyetê dê cûreyên sîsarkên biçûk, cureyên çûkên bi guhan û gelek cûkên din winda bibin.

NAVÊ BUHIŞTA ÇUKAN DI RAPORA ÇED'Ê DE TUNE YE

Seroka Komeleya Xwezayê Tuba Kiliç, bertek nîşanî rapora ÇED'ê ya ji bo santrala yekem dan û wiha got: "Di raporê de behsa cureyên çûkên ku nifşê wan winda dibe nayê kirin. Navê Bihişta Çûkan a Nallihanê jî derbas nabe. Rapor ji rastî û zanistiyê pir dûr e. Wekî ku li vir buhişta çûkan tune be rapor hatiye amadekirin.

RAPOR LI DIJî MEWZÛATÊN NAVNETEWEYÎ NE

Kiliç, destnîşan kir ku peymana santrala termikê li dijî gelek peymanên navneteweyî ne û wiha got: "Tirkiye peymanên Cricetus (Hamster) û Bern îmze kiriye. Li gorî van peymanan divê mafê zindiyê li van herêman dijîn bê parastin. Divê wan biparêze û li wan xwedî derkevin. Ev proje li dijî gelek peymanên navteteweyî ne."

SÎSART TÊ TUNE BIBIN

Kiliç, da zanîn ku santralên termikê tê nifş û cureyên çûkan tune bike û wiha got: "Bi van santralan dê cureyên sîsarkan tune bibe. Dê hêlîn û lûsa wan xera bibe. Dê hêlîna çûkên koçber ên ji Efrîqa, Ewropa koç dikin û tên li vir bi cih dibin en wekî Leyleg, quling, werdeg, qutbarûd û gelek cureyên çûkan dê tune bibin. Ger ku vir talan bibe dê hêlina çûkên koçber jî tune bibe. Li gel cureyên çûkan dê gelek cureyên nebat û gihayên din jî tune bibin. Dê cureyên nebatên wekî simbil, salsola û geven tune bibin. Dîsa dê gelek cureyên nebatên endamîk ên tenê li Tirkiye û vê herêmê dijîn tune bibin.

DÊ MIROV JÎ ZERAR BIBÎNIN

Kiliç herî dawî destnîşan kir ku ne tenê zindiyên wekî çûk û nebat, her wiha mirov jî ji ber avakirina santralên termîkê zerarê bibînin. Kilç, da zanîn ku berê jî santralên termîkê li wir hene û komira bê qalîte tê sotin û zerarek mezin dide xwezayê û wiha got: "Ez jî ji Nallihanê me. Li wir bayê ji hêla fabrîqeyên santralên termikê tê bandorek pir xerab li ser rezên tirî dikin. Welatiyên wir ji ber ku karkerên fabrîqeyên komiran in dengê xwe nakin. Lê herêm û pêşeroja mirovahiyê zerarek mezin dibîne. Rençber û çotkar zerar dikin. Divê her kes li dijî van santralên termîkê bibin yek û dengê xwe bilind bikin.b

Seda Taşkın - dihaber