MANÎSA - Li navçeya Soma ya Manîsayê, rapora ÇED'ê ya ji bo zêdekirina kapasîteya 169 Santralên Enerjiya Bayê hat amadekirin, hat qebûlkirin. Sekreterê Giştî yê Çîftçî Sen'ê Ali Bulent Erdem, balê kişand ser texrîbata ekolojîk ya dê RES bi xwe re bînin û wiha got: "Soma bi awayekî taybet we navenda hilberîna enerjiyê hat îlankirin. Lê niha tevî hemû xwezaya xwe tê tunekirin. Dê ev zêdekirina kapasîteyê xesarê zêdetir bike."
Li navçeya Soma ya Manîsayê, Santralên Enerjiya Bayê yên ji aliyê Şîrketa Anonîm a Hilberîna Enerjî û Elektrîkê ya Somayê (ku hevparê Şîrketa Anonîm a Polat Enerjiyê ye) tên bikaranîn talûkeyeke mezin didin der. 169 RES'ê ku bi hêza xwe ya 240,10 MW'yê tê îdiakirin li Tirkiyeyê santrala enerjiyê ya herî mezin a 66'emîn û li Manîsayê jî ya 2'yemîn e, li herêma ku lê hatiye avakirin dest bi tunekirina xwezayê kiriye.
‘HEM XWEZAYA SOMAYÊ HEM JÎ YA KIRKAGAÇÊ TEHDÎT DIKE'
Pêşnûmaya RES'ê ya di sala 1998'an de dest bi pîvanên wê hatin kirin, di nav sînorê bajarê Manîsayê de ji du qisman pêk tê. Qisma pêşnûmayê ya Rojavayê, li bakurê Somayê bi hêzeke 84 MW'yê hatiye çêkirin û xwedî 32 turbînên enerjiya bayê ne. Qisma wê ya Rojhilat jî li bakurê navçeya Kirkagaçê cih digire û ji 14 turbînên enerjiya bayê pêk tê.
ZÊDEKIRINA KAPASÎTEYÊ HAT QEBÛLKIRIN
Di sala 2009'an de 20 turbînên ewil ên Sntrala Bayê ya Somayê ketin dewrê û bi kapasîteyeke 18 MW'yî dest bi hilberîna elektrîkê kir. Piştî demekê ev RES bû RES'a herî mezin a Tirkiyeyê û piştî pêvajoya di 2009'an de hat destpêkirin di sala 2015'an de temam bû, bi kapasîteyeke 169 turbînan dest bi hilberînê kir. Di sala 2016'an de ji bo kapasîteya RES'a Somayê ji 240,1 MW'yê derxin 672,7 MW'yê raporeke ÇED'ê hat amadekirin û ev rapor taliyê hat qebûlkirin.
'XWEZA TENÊ JI MIROVAN PÊK NAYÊ'
Sekreterê Giştî yê Çîftçî Sen'ê Ali Bulent Erdem, diyar kir ku bandora RES'an tenê ji aliyê mirovan ve ê fikirîn, lê belê xweza tenê ji mirovan pêk nayê û bi bîr xist ku hin giyanewerin din jî li xwezayê dijîn. Erdem, balê kişand ser texrîbata RES'an li xwezayê û wiha got: "Em baş dizanin ku RES qadên jiyanê yên her giyanewerî tune dikin."
‘CUREYÊN HEYWANAN TEHDÎT DIKE'
Erdem, anî ziman ku ji bo RES bên çêkirin rê hatine vekirin û di vekirina van iyan de bi awayekî zêde daristan hatine texrîbkirin. Erdem wiha axivî: "Her wiha ji ber li ser riya koçberiyê ya çivîkan e, jiyana çivîkan jî tehdît dike. Bi piranî li cihên RES lê hene, sewalvanî tê kirin. RES bi awayekî zêde xesarê didin heywanên li wir. Dibe sedema jehrandina bizinan û nerihetiyên wan. Li herêmên çandiniyê ji ber mêş hin dengên ku em nabihîsin hildiberînin, ev dibe sedema tunekirina mêşan."
'SOMA BI HEMÛ XWEZAYA XWE TÊ TUNEKIRIN'
Erdem wiha axivî: "Soma bi awayekî taybet we navenda hilberîna enerjiyê hat îlankirin. Lê niha tevî hemû xwezaya xwe tê tunekirin. Dê ev zêdekirina kapasîteyê xesarê zêdetir bike. Belayeke mezin li ser somayiyan heye ku niha du santralên termîk hene. ya sêyemîn tê çêkirin û dê 2 hebên din jî bên çêkirin. RES'ê nabînin. Lê xwezayê texrîb dike."