Walîtiyê projeya ji ereziya çandiniyê derbas dibe qebûl kir

MANÎSA - Li Somayê ligel ku projeya lêgerîna madenê ya koma Eczacibaşi Walîtiya Manîsayê rapora "ÇED pêwîst nîne" da û vê carê jî projeya rê ya Enqere Îzmîrê ya li herêmên ku ereziyên çandiniyê zêde ne derbas dibe qebûl kir.

Walîtiya Manîsayê li navçeya Somayê ji bo projeya lêgerîna maden a koma Eczacibaşi ya ligel ku zirarê dide ereziyên çandiniyê jî biryara "Nirxandina Bandora Hawirdorê pêwîst nîne" (ÇED) da vê carê jî ji bo projeya rê ya Enqere-Îzmîrê ya ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Riyên Bejahiyê ve tê plankirin rapora ÇED'ê bes dît û qebûl kir. Hikûmeta AK Partiyê di îxtidara xwe ya 15 salan de gelek qad ji bo avahiyan vekir û yekj i projeya wî ya girîng jî projeya rê ya di navbera Enqere û Îzmîrê ye û ev projeyê ji navendên çandiniyê yên herêmê Golmarmara, Ahmetlî, Salîhlî û Turgutluyê dê derbas bibe.

DÊ AVAHÎ BÊ ÇÊKIRIN

Projeya rê ya Enqere û Îzmîrê tê plankirin ku di 2023'an de bê temamkirin, ji du beşên wekî Enqere-Dumlupinar û Dumlupinar-Manîsayê hate diyarkirin. Beşa Dumlupinar-Manîsayê tê plankirin ku bi temamê 799 kîlometre be û nêzî 113 kîlometre ji sînorê Manîsayê derbas dibe. Di çarçoveya projeyê de li vî herêmê 10 xaçerê, 25 kîlometre riyên girêdanê, 11 tesîsên xizmetê û 3 qadên lênêrînê dê bê çêkirin. Dîsa di riya projeyê de 30 bihureka jêrîn, 21 serbihur, 8 pire, 3 tunel, 8 viyaduk jî bên çêkirin.

DÊ LI EREZIYÊN ÇANDINIYÊ VIYADUK BÊ ÇÊKIRIN

Projeya navborî piştî ku dikeve nava sînorê Manîsayê li herêmên gelî û giran de cih digire. Tê gotin ku li van herêman dê tunel bên çêkirin. Dîsa di projeyê de tê gotin ku li hemê ji ereziyên çandiniyê jî dê viyaduk bê çêkirin û rê bi vî rengî berdewam bike.

Li herêma Adala ya ku rê dê derbas bibe jî çavkaniyên travertenê hene. Di projeyê de ji bo vê yekê wisa tê gotin: "Li herêmê jibilî qada zîrkon bi taybetî li herêma Adala qadên travertenê hene. Li çemê Gedîzê di destpêka viyadukê de alternatîfekî derbasbûnê heye. Ji ber ku ji vir bi viyadukê dê derbas bibe li qadeke biçûk qada travertenê zirar bibîne."

DÊ NÊZÎ EREZIYÊN ÇANDINIYÊ DERBAS BIBE

Di projeyê de tê gotin ku piştî ku çemê Gedîzê derbas dibe ji nêzî qadên çandiniyê derbas dibe û wiha tê gotin: "Li deştê ereziyên çandiniyê yên ku bi çemê Gedîzê avdanî çêdibe hene, ber bi giran jî ereziyên çandiniyê yên çandiniya bêavê tê kirin heye."

Di projeyê de tê gotin ku piştî ku çemê Gedîzê derbas dibin li bakurê gundê Poyrazadamlari avahiya hunerê ya mezin heye, li dora gola Marmarayê jî qadên sîtê yên arkeolojiyê hene, ji ber vê yekê jî li dora golê viyaduk û tunel bên çêkirin. Tê gotin ku ji ber ku qadên çandiniyê yên bi bereket hene li dora golê 6 viyaduk û 3 tunel bên çêkirin, ji bo çemê Gordesê jî pêşniyara çêkirina pire heye.


Li aliyê din di projeya navborî de tê gotin ku dê îstimlaq jî bê kirin, ji bo vê yekê desturên pêwîst bên girtin.