Ekolojîst li hev kombûn: Ji bo jiyanê em dibêjin 'Na'

STENBOL - Koma “Ji bo jiyanê Na” ku ji gelek rêxistinên xwezahez û ekolojist hat avakirin, balkişand ser qetlîamên xwezayê û gotin ku ew ê di referandumê de dengê “Na” bikar bînin.

Koma “Ji bo jiyanê Na” ku ji rêxistinên xwezahez, ekolojist, Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê, Platforma Karadenîz Îsyane, Parastina Bajar a Beyoglu pêk tê bi armanca di referandumê de bêjin “Na” li Parka Maçka daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek xwezahez hatin cemhev de pankartên “Beton na park”, “Wekî kesên jiyanê diparêzin em dibêjin Na” hatin vekrin û dovîzên li ser “Na” hatine nivîsin hatin hilgiritn.

EM JI BO DAWÎ LI QETLÎAMA XWEZAYÊ BÎNIN DIBÊJIN NA.

Li ser navê komê parêzvana jiyanê Funda Alp daxuyanî xwend û wiha got: “Em ji rayedarên ku dixwazin dixwazin OHAL’ê domdar bikin û tapuya welat bixin deste zilamekê re dibêjin Na. Em ji bo dawî li qetlîama xwezayê bînin dibêjin Na. Ger di referandumê de pergala serokatiyê bê, dema ev kes bêje ‘daristanê bibire’ dê cigera me bişewite, dema bêje ‘perav ên minin’ dê derya winda bibin, dê cihên dîrokî û çandî zutir tune bike, dê otelên rantê bilind bibin, park bên girtin û ev kes dikare li cihê bixwaze santralên nuklerî ava bike. Hemû kesên ku azadî û keyfxweşiyê dixwaze, kesên ku naxwazin bajar û xwezaya wan tune bibe divê di referandumê de bêjin Na.”

Piştî daxuyaniyê hevparên komê mafê axaftinê girtin, bal kişandin ser qetlîamên xwezayê û gotin ku dê di referandumê de bêjin “Na”.