MÊRSÎN - Ocaxa kromê a li Gundê Kizilkaya yên li quntarên Çiyayên Torosê ne, gundî, yûrik û daristanan tehdît dike. Gundiyan anîn ziman ku bi her dînamîteke tê teqandin ew bêtir bêzar dibin, her ku ocaxa kromê mezin dibe, talankirina daristanan jî zêdetir dibe û ji vê rewşê nerihet in.
Mêrsîn, li gel bermayiyên fabrîkaya kromê ya Krom Sanê, di bin xetereya ocaxên kromê de ye jî. Li daristanên li quntarên Çiyayên Torosê, nêzî 70 ocaxên kromê hene. Madeya xas a di hawizên kromê de ji hev tê dabeşkirin, li kamyonan tê barkirin û ji bo fabrîkayê tên veguhastin. Lê bermayiyên kromê jî bi awayekî rasthatinî li hawirdorê tên belawelakirin. Di heman demê de ji ber bi awayekî serobero li kamyonan tê barkirin, madeya kanserojenê Krom 6 (Cr6) li hawirdorê belav dibe. Têkildarî vê rêxistinên hawirdorê û tenduristakar diyar dikin ku bi taybetî di dema bêhnstendin de partîkulên kromê li ser pişikê kom dibin û ev dibe sedema pençeşêra bronş û pişikê. Li gel vê tê destnîşankirin ku, hucreyan jî perçe dike û li ser çerm û cild dibe sedema birînan. Di Raporên Nirxandina Karîgeriyê yên Hawirdorê de tê dîtin ku hemû hişyarî hatine piştguhkirin, lê serlêdanên ji bo berfirehkirina kapasîteya ocaxan jî tim ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve bi erînî hatine bersivandin. Ev ocax yekser qadeke 2 hezar dekarî tehdît dike, lê bi awayekî neyekser jî ev dertê 10 qatan.
‘DAR JI BO KROMÊ TÊN JÊKIRIN'
Ocaxa kromê ya aîdî Anavarza Madencîlikê ye û li Gundê Kizilkaya yê navçeya Torosê ye, hem gund hem jî qadçn daristanî yên li Torosan tehdît dike. Ji gundiyan Mehmet Gozutok, diyar kir ku ocaxa kromê ya 5 sal berê li gund hat çêkirin li gel toz û dengderxistineke zêde, ji bo ocaxê dar jî hatine jêkirin û wiha axivî: "Ji ber di bin de maden heye, li jorê jî daristanan jê dikin. Wek gundiyan hema bêje êdî em bi destûr dadikevin daristanan. lê ocaxên kromê li gor dilê xwe destûrê distînin û darên li daristanan jê dikin."
DÎNAMÎT TEHDÎT DIKIN
Azayê Keyayê Gundê Kizilkayayê Ali Armutlu jî, diyar kir ku ji ber teqandina dînamîtan malên wan dihejin û got, hew maye malên wan birûxin. Armutlu, dest nîşan kir ku ji bo jêkirina daran jî dewlet destûrê dide wan û got, lê tu kes ji wan napirse.
YÛRIK JI CIHÊN XWE BÛN
Ji gundiyan Huseyin Kara jî, diyar kir ku piştî madeya ocaxa kromê tê derxistin li gund ji hev tê cihêkirin û bermayiyên wê jî bi awayekî rasthatinî tên stokkorin û got, qismek jê jî wek malzemeyê tijekirinê tê bikaranîn. Kara, diyar kir ku puwaza (tijekirina) hewzê dawerivandinê yê oxaca kromê jî bi bermayiyên kromê hatiye tijekirin û got, bermayiyên kromê li gel heywanên li xwezayê, xesarê dide Yûrikên bi awayekî koçberî dijîn jî. Kara, da zanîn ku li cihê ku ocaxa kromê lê ye, berê Yûrikan heywanên xwe li wir diçêrand û got, ji bo heywanên wan ji bermayiyên kromê xesarê nebînin Yûrik ji neçarî koçî herêmên din kirine. Kara, diyar kir ku bermayî li hawirdorê belav dibin û got, qadên depokirina bermayiyên kromî yên ku kardêrê kromê kirîne û yên dewletê destûr dane, li ber tijebûnê ne. Kara, da zanîn ku kardêr li cihên nû digerin û got, dibe ku qada dagirkirine berfirehtir bibe.
Kara, anî ziman ku ocaxa kromê ji bo gundiyan tehdît e û got, ew xesarên kromê wek madeyeke kanserojen dizanin. Kara, diyar kir ku ji ber ocax hîn nûye talûkeya wê baş nehatiye hîskirin û got, di havînê de ev talûke ji rengê daran dixuyê. Kara, dest nîşan kir ku zozan cihên bêhnvedanê ne, lê belê êdî ew li zozanan ji ber dnegderxistinê nikarin îdare bikin.