Malbata ji bankavaniyê îstifa kir: Em bextewar in

MÛGLA - Malbata Aydogan a ji Stenbolê dest ji karê bankavaniyê berdan û li Datça ya Mûglayê bi cih bûn. Malbatê dest bi hevrîmfiroşiya Carîa ya hilberîna wê 40 sal berê hat rawestandin kir. Malbata Aydogan anîn ziman ku ew bi vî karî bextewar in.

Hevjîn Yaşar û Muberra Aydogan ên li dijî jiyana bajêr bertek nîşan dan û di sala 2005'an de ji karê xwe yê bankevaniyê îstifakirin û ji Stenbolê berê xwe dan herêma kevn a Datçaya Muglayê, dest bi hevrîmfiroşiya Carîa ya hilberîna wê 40 sal berê hat rawestandin û xwedî paşerojeke 2 hezar û 500 salî ye kir. Yaşar Aydogan, diyar kir ku bapîrên wî 60 sal berê dev ji gund berdane û koçî bajaran kirine û wiha got: "A rast di salên 2000'î de hayê me jê çêbû ku em ne bajarî, lê gundî ne. Me ne aîdî bajaran bûn, me xerîdariya her tiştî dikir. Ev jî ji bo me nebû cihê kêfxweşiyê. Me hilberîn tercîh kir û ji bo vê jî me ji karê xwe yê bankevaniyê îstifa kir. Em bajarî bûn, lê êdî em bûn gundî."

‘TENÊ PEREYÊ KIRÊYA ME HEBÛ'

Aydogan, ragihand ku dema ew ewil hatin Datçaya kevin û wan ji jinên extiyar ên li gund re gotiye ew ê hilberîna hevrîşimê bikin, rastî bertekên neyînî hatine û wiha got: "Gotin, hûn bajarî ne hûn nikarin bikin. Lê me dev jê berneda. Em çûn cem hosteyên berê û me hilberîna hevrîşima ji qozeyan a xwedî mîrateyeke 2 hezar û 500 salî ye dewr girt. Ji nû ve zîndekirina hin tiştan hestekî zaf xweş e." Aydogan, diyar kir ku dema ew hatin Datçayê tenê heqê kirêya wan hebûye û got, zivistanê ji bo kirîna êzingan jî pereyên wan tune bûye, lê bi berhevkirina qirş û qalan wan zivistan derbas kiriye.

‘MAL, EREBE, SÎGORTAYA ME TUNE YE, LÊ EM BEXTEWAR IN'

Aydogan, diyar kir ku dema wan ewil ji karê bankevaniyê îstifa kiriye, rastî zor û zehmetiyan hatine, nikaribûne li gor jiyana gund tevbigerin û got, fikrên wan ji mirovan re ters dihat, ji ber îstifakirina kar rastî bertekên erênî nedihatin. Aydogan, diyar kir ku îstifakirina ji karê bankevaniyê yê bisîgorte û meaşeke wê yê baş bi mirovan wek tiştekî deraqilî dihat û wiha axivî: "Niha êdî karekî me yê sîgorteyî tune ye. Mala me, pereyekî me yê komkirî û erebeya me jî tune ye. Heke 12 sal e me li Stenbolê karê xwe dewam bikirana dê mala me, erebeya me, di bankeyê de pereyê me û sîgorteya me jî hebûna. Lê em ê bextewar nebûnan. Lê niha ji ber em hildiberînin, em bextewar in, lê kesî ev fêm nekir."

‘PIŞTÎ SERPÊHATIYEKE 40 ROJAN BER BI DEST DIKEVE'

Aydogan, dest nîşan kir ku bi hişyarbûna xwezayê serpêhatiya wan a hevrîşimê dest pê dike û wiha domand: "Dema dartû hêşîn dibin, em jê hêkan ji dolaban derdixin. Piştî qupketina hefteyekê, di nêvengeke nîvgerm de hêdî hêdî vedibin. Paşê em wan bi pelên tuyan têr dikin. Piştî kurmikên qozeyan ji hêkê dertên bi 40 rojî, qozeya wê dimire. Dema ji hêkê derdikeve mîlîmetreyek e. Dema em ji bo çêkirina qozeyan wan mezin dikin jî, qama wê heta 12 santîman jî dertê. Ev jî tê wateya ku 10 hezar qatî mezin dibe. A rast wek hûn li pitikeke çelînî dinihêrin. Divê hûn her tiştî bizanibin. Nexweş dikeve, dibe pel bi derman bin, divê ji kêzikan bê parastin. Di 40 rojî de hemû serpêhatî diqede. Qoze bi dest dikevin, paşê li ber tavê tên zuhakirin. Di hefteya ewil a meha Hezîranê de jî em di nav ava ku me di sîtilan de kelandiye benikên wan dikêşin. Benikên ji sîtilan tên derxistin jî em li gacikan dilefînin."

‘ABORIYA ME JI HEVRÎŞIMÊ YE'

Aydogan, diyar kir ku benikên bi dest dixin, ew û hevjîna xwe li dezgehên destan diraçînin û got, ew ji van benikan şal, fular û caw çêdikin. Aydogan, anî ziman ku ew ji pelên darberû, tû, gozan, gezik û qepûşkan boyaxê çêdikin. Aydogan, da zanîn ku paşê ew hevrîşiman tevî boyaxên bi dest xistine di nav avê de dikelînin. Paşê, ew hevrîşiman dişon û herî dawî wan difiroşin. Aydogan, diyar kir ku ew aboriya xwe bi hevrîşimê bi dest dixin.

HEMAN KAR FÊRÎ 5 JINAN KIRINE

Aydogan, diyar kir ku di warê tenduristiyê de jî berên hevrîşimî baş in û wiha axivî: "Berê mezin me dema li nav zeviyan xebitîne jî kincên hevrîşimî li xwe kirine. Bi kincên hevrîşimî hûn dikarin 24 saetan li bin tavê bisekinin. Ji ber nêvengeke klîmayê ji we re difirîne, hûn xwêdan andin. Lê berên naylonî xwêdanê çêdikin û ev jî dibe sedema nexweşînan." Her wiha Aydogan got, wan li gundê Hizirşahê yê Datçayê hilberîna hevrîşimê fêrî 5 jinan kiriye.

DIBISTANA VALA, BÛ ATOLYEYA RAÇANDINÊ

Li gundê Hizirşahê, ji ber xwendekarên dibistana gund bi pergala veguhastinê diçin dibistaneke din, perwerdehiya li dibistanê hat rawestandin. Aydogan got, dibistan bêxwedî mabû û ji ber vê veguherîbû kavilekê û wiha domand: "Dibistan heta demek dirêj vala ma. Camên wê şikiya bûn, tawanê wê rûxiya bû. Me ev der bi kar anî. Me dibistan çêkir, paşê dezgehên xwe lê bi cih kirin. Me li polan ref çêkirin û paşê me qozeyên hevrîşimê xwedîkirin. Me li vir qadeke jiyanê ava kir. Bi saya vê hem dibistan li ser piya me, hem jî mîrateyeke 2500 salî."