‘Xwezaya Dersimê nikare bendavek din rake’

DERSIM - Li Dersima ku bi cureyên giya û sewalan bi Îngîltereyê re dipêşbirkê de ye, ligel 5 bendavên heyî dixwazin 27 bendav û projeyên HES’ê yên din çêbikin. Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim diyar kir ku xwezaya Dersimê nikare bendavek din rabike û wiha got: “Bendav û HES bandorek nerênî li ser jiyana mirov û civakê dike.”

Xwezaya Dersimê ku bi jiyana kovî û cureyên giyayan zenginiya herêmê ye bi hilweşîna ekolojik re rû bi rû ye. Li Dersima ku 5 bendav û HES’ên qaçax li ser hatin çêkirin bi giştî projeya 27 bendav û HES’an hat amadekirin. Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim ku bi sala ne li dijî bendav û HES’ên têkoşîna hiqûqî didin, pêvajoya hiqûqê ya bendavên hatine çêkirin, dê bên çêkirin û amadekariyên wan tên kirin vegot.

‘LI DERSIMÊ PROJEYA 6 BENDAV Û 8 HES’AN HEYE’

Yildirim, diyar kir ku li Dersimê heta niha hêjmara projeyên bendav û HES’an ên hatine plnakirin 27 e û wiha got: “Projeya destpêkê di salan 1961’an de projeya Çemîşgezek a li ser ava Tagar a li navçeya Çemîşgezek hatiye çêkirine. Pişte bi projeya Munzurê li ser ava Munzur û Harçikê tê texmînkirin dê 6 bendav û 8 HES bên çêkirin. Projeya destpêkê bi awayekî qaçax li ser ava Mercan ê di sala 1985’an de hat çêkirin. Me di sala 2010’an de derxist holê ku ev proje qaçaxe. Bi avakirina vê projeyê re ji ber ava Munzur û Harçikê li navenda Dersimê gihiştin hev Gola Çetu di bin avê de ma.”

‘PROJEYA HES Û BENDAVA PÎLEMÛRÊ HAT BIDAWÎKIRIN’

Yildirim, da zanîn ku di çarçoveya projeya Munzurê de ji 6 bendav û 8 HES’an yek li ser ava Pîlemûr û Harçik jî hatiye çêkirin û wiha pêde çû: “Ev bendav û HES di pêvajoya ÇED’ê de ji aliyê Wezîrê Bajarvanî û Derdorê ve hat bidawîkirin.”

‘DIVÊ GELIYÊ MUNZURÊ BÊ PARASTIN’

Yildirim, anî ziman ku dinava sînorê Parka Neteweyî ya Munzurê de tê plankirin ku 4 bendav û 5 HES bên çêkirin û wiha domand: “Di 18’ê Nîsana 2011’an de Wezareta Daristan û Derdorê beriya niha ji bo Benvan û HES’a Mercan a dihat plankirin li Parka Neteweyî ya Munzurê bê çêkirin got ‘Sûdê civakê pê heye’ û destûr da. Me doz li vê biryarê vekir. Destpêkê Dadgeha Îdarê doza me red kir. Piştre Şuraya Dewletê biryar da ku hemû bendav û HES’ên li ser Parka Neteweyî ya Munzurê bên çêkirin divê bên analîzkirin û li gorî vê biryar bê girtin. Ev biryar hêjî di meriyetê de ye. Me li dijî van planan pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Dadgehê biryara keşfe da. Ev plan bi xwe bêhiqûqî ye. ji ber ku biryara dadgehê heye.

BIRYARA 'ÎSTÎMLAKIRINA LEZGÎN' DIJ HIQÛQÎ YE

Yildirim diyar kir ku li gel biryara Şêwira Dewletê a der barê Bendava Konaktepe biryara “Îstîmlakirina lezgîn" dijhiqûqî ye û wiha got: "Mijarek din Geliyê Munzûrê ye. Divê Parka Mîllî ya Geliyê Mûnzûrê di lîsteya Mîrateya Cîhanê de cih bigire. Der barê vê mejarê de Senatoya Zanîngeha Munzûrê rapor amade kiriye. Em wekî Baroya Dersimê ji bo Geliyê Munzûrê di Lîsteya Mîrateyên Çandê ya Cîhanê de cihê xwe bigire pêşnîyar kir û doz vekir. Niha doza me didome. Me bang li şaredariya Dêrsimê jî kir. Geliyê Munzîrê qada Sîtê ye. Li Geliylê Mûnzûrê heta niha hezar û 600 cureyên nebatan ên nehatine ditin hene. Ji sedî 18’ê wan nebatên endamîk in. Dîsa gelek cureyên sewalên biyanî yên endamîk hene. Disa gelek cureyên masiyan mi Mûnzûrê hene.

'LI SER PERÎ 6 BENDAV, 9 HES TÊN AVAKIRIN'

Yildirim destnişan kir ku HES ên girêdayî bendavên Seyrantepe, Tatar, Pembelik qaçak hatine avakırın û wiha got: "Îmara van projeyên tune ye. Tev qaçak in. Rewşa li vir heye li tu deverên cîhanê mînaka wê tune. Ava Perî ku ji Çiyayên Bîngolê heta sînorê Xerpêt Dersimê dirêj dibe, diçe ser Gola Bendava Kebanê. Li ser vê avê 6 bendav û bi giştî 9 HES hatin avakirin. Ev erdnîgariya Periyê ji holê radike. Minakek bi vî rengî li cîhanê tune ye.

‘BIRYARA ÎSTÎMLAKA LEZGÎN A ÇEMİŞGEZEKÊ BETAL BÛ'

Yildirim, anî ziman ku li ser Çemê Tagarê yê navçeya Çemişgezekê projeyên HES û rekulatora Tagarê hatin avakirin û wiha got: "Têkildarî van projeyan 5 doz hatin vekirin. Piştî doz hatin vekirin, biryara 'Îstîmlaka lezgin' 2 meh berê hat belalkirin. Me biryara “ÇED ne hewce ye" betal kir. Dozên em li dijî biryara ÇED'ê û lisansên projeyê derketin didomin.

ŞÎRKETÊ DEST JI PROJEYÊ BERDA

Yildirim, bibîr xist ku li dijîprojeya HES û Regulatora Karasa ya Pulumurê doz vekirine û wiha berdewam kir: "Me encam ji dozê girt. Niha şirketê dest ji projeyê berda. Hewldanên me yên li dijî Regulatora Armaganê û projeya HES'ê berdewam dike. Em li dijî bersîva erênî ya ÇED'ê derketin û niha Şêwirîna Dewlete biryarek girîng da. Li herêmê samurên avê dijîn. L ser çemê Pulumurê projeya HES'ê û Regulatorê Pulumurê hene. Li dijî van projeyan hewldanên me didomin.

‘ÊDÎ DERSIM BENDAVAN RANAKIN

Yildirim, da zanîn ku hewldanên wan ên li dijî projeyên HES'ê yên li Hozat, Pulumur û Pertekê didomin û têkoşîna hiqûqî dimeşînin û wiha dawî li gotinên xwe anîn: "Li Dersimê 5 bendavên tên avakirin zerarek mezin dide pergala ekosîstema çem, rûbar û kaniyên vir. Sewal, giha û nebatên li vê derê dijîn zerarek mezin dibînin. Ekolojî wêran dibe. Hemû axa bi bereket di bin avê de dimîne. Êdî axa Dersimê projeyên HES'ê ranake. Projeyên bendav û HES'ê axa Dersim ku Çewlîk, Xerpêt, Mûş, Erzîngan û heta Meletiyê dixe bin bandora xwe. Bendavên li ser van çem û rûbaran tê avakirin çandê û ekolojiyê wêran û talan dike.

Ji bo avakirina kanên madenê serlêdan hatiye kirin. Raporên zanyaran diyar dikin ku Geliyê Munzûrê pir bi qîmet e. Diyar dikin ku ev hewza di milê nebat û curêyên zindiyan de ji Hollanda dewlend tir e. Tê gotin ku wekî Parsê Anadolu ku cureyê wî ber bi tunebûnê ve diçe û gelek zindiyên din tenê li vir dijîn. Dema ev proje tên avakirin çand, ekolojî û dîroka vir li ber çavan nayê girtin. Li gorî baweriya elewiyan her tişt li ser esasê xwezayê pêş dikeve û Çem pîroz in. Mirov diçin li wir ibadet dikin û qurbanan jê dikin. Ziyaret li ser rûbaran hatine avakirin û divê ev yek jî li ber çavan bê girtin."


Mujdat Can - dîhaber