Xweza tê wêrankirin

AMED - Gelek herêmên di navbera Çewlîk û Amedê de ji ber çavkaniyên dewlemendiya bin erdê tê talankirin. Ji ber kanên madenê yên mermerê û dîsa bendav û HES'ê xweza talan û wêran dibe.

Axa kurdan ji aliyê çavkaniyên ser erd û bin erd de gelek dewlemend e. Ji ber dewlemendiya çavkaniyan gelek sermayedarên Tirkiye û cîhanê çavê xwe berdidin vê axê. Heta niha bi dehan bendav li ser çem û rûbarên li herêmê hatin avakirin. Bendav û HES'ê tên avakirin gelek warên dîrokî, çandî û nebatên endamîk tune dikin. Dîsa gelek kan di dilê vê erdnîgariyê de hatin vekirin û bi hezaran dolim zeviyên çandiniyê talan kirin û wêran kirin. Bi sedan karker bûn qurbanê van kanan. Hem Midûriyeta Lêgerîna Teknîka Madenê û hem jî şîrketên taybet bê navber li ser vê axê li rezervên madenê digerin û xwezayê talan dikin.

LI ÇEWLÎKÊ QETLÎAMA XWEZAYÊ PÊK TÊ

Li ser axa herêma Çewlikê şîrketên taybet û Midûriyeta Lêgerîna Teknîka Madenê bêtir li çavkaniyen Hesin, Gule, Cingo, fosfat, disten û gelek madenên din digerin. Ji ber dewlemendiya vê axê ya çavkaniyên binerd her dem rastî dagirkeriyê tê û xwezaya wê tê wêrankirin. Li gundê Avnikê yê Dara Hênê ya Çewlikê xweza tê wêrankirin. Li seranserî çiyayê vê herêmê bi dehan hektar zevî hatine kolandin û kanên madenê hatine avakirin. Bi kamyonan hesin tê derxistin û dişînin fabîqeyên Îskenderunê.

XWEZA Û AXÊ DAGIR DIKIN

Dîsa ji bo kevirê mermer û bîrên petrolê xweza tê wêrankirin. Li gundên girêdayî navçeya Karaza Amedê jî heta niha bi dehan kanên mermer hatin kolandin. Li gundê Şeqlatê û Kediştê sektorên taybet li vir kanên mermer vekirine û xwezayê talan dikin. Ji ber kanên mermer êdî rezên tirî nayên çandin û çotkarî û rençberî tune dibe. Rezên tirî û darên berû yek bi yek tune dibe. Ji ber çavkaniyên binerd xweza tê talankirin û wêrankirin.

Di navbera Navçeyen Karaz û Hazro de bîrên petrolê tên kolandin. Nêzî 10 îstasyonên petrola xam hatiye vekirin û bikamyonan dibin bajarên Rojavayê Tirkiye. Li aliyekî xweza tê talankirin û wêrankirin. Li aliyê din çavkaniyên dewlemend ên xwezaya Kurdistanê tev tê dizîn û dibin li Bajarên Rojava bikar tînin. Petrola ku ji gundê Katinê tê derxistin dibin li Îkenderunê sewqî rafineyan dikin. Hem war û xwezaya gelê herêmê tê talankirin û hem jî gelê herêmê tu sûdê ji van çavkaniyên herêmê nagire.

20 GUND DI BIN AVÊ DE DIMÎNİN

Li aliyê din li ser çem û rûbanên ku bi hezaran gund li ser debara xwe dikin û çavkaniya jiyanê ye, li ser wan bendav û HES tên avakirin. Bendav û HES'ên li vir tên avakirin mera, zevî, warên dîrokî û çandî di bin avê de dihêle û xwezayê talan dike. Li herêma Qulp, Pîran, Gêl û Farqînê bi dehan Santrolên HES'ê tên avakirin û xwezayê talan dikin. Ji ber bendav û HES'ên tên avakirin li Licê 12, li Farqînê 5, ls Hazro 3 gund bi temamî di bin avê de dimînin.