Werin em bê pere bijîn ax mirovan birçî nahêle

TEKÎRDAĞ - Hevserên bi navê Merve û Mustafa Eren ên ji Stenbolê koçî gundê Kermeyan ê Tegîrdagê bûn û li gund dest bi jiyana xwezayî û çotkariyê kirin. Hevseran diyar kirin ku çareserî hilberîna di nava xwezayê de ye û bang li mirovan kirin ku bên gund bi xwe hilberîna xwe bikin û bê pere bijîn.

Hevserên bi navê Merve Eren û Mustafa Eren ku demek dirêje li Stenbolê di nava qelebalixiya mirovan de bi stres dijîn, ji bo jiyanek aram û bê stres ji Stenbolê koçî gundê Kermeyan ê navçeya Malkara ya Tekîrdagê kirin. Hevser Merve û Mustafa Eren li gundê Kermeyan ku navê wî bê berê Aprî bû bi cih bûn, li vir dest bi hilberîn û cotkariyê kirin. Mustafa Eren beşa civaknasiyê xelas kir. Merve Eren jî beşa mîmariyê xelas kir. Hevser Eren piştî zanîngeh xelas kirin û zewicîn, bi hevre aşxaneyek vekirin û dest bi nanpêjiyê kirin. Lê piştî demekê şert û mercên debarê zahmet bû û xewstin êdî li cihekî aram û bêdeng bi cih bibin. Hevser bi armanca jiyanek aram, xwezayî û organîk bijîn û ji stresa bajêr xelas bibin biryar dan û hatin li gund bi cih bûn. Hevser bi armanca jiyanek xwezayî û organîk biryar girtin ku li gund mitfexek mezin vekin. Piştre armanc dikin ku li gund serayek mezin vekin û li vir hilberîna nebatên organik bikin. Dîsa dixwazin li gund perwerdehiya hilberîna berhemên organîk bidin û bi temamî bê pere bijîn. Dîsa ji bo kesên bên wan ziyaret bikin jî li şûna kafe û restorantê di nava xwezayê de rûnên û sohbet bikin.

Heser Erena anîn ziman ku li gund gelek tişt tê kirin. Hevseran anîn ziman ku di demsala zivistanê de ji ber kar tune dema xwe bi xwendina pirtûkan derbas dikin û havînan jî di nava zeviyê de dixebitin û hilberînê dikin. Di demsalên havînan de rojê 8-9 saetan di nava bax û baxçe de dixebitin û çotkarî û sewalkariye dikin. Havînan dixebitin û amadekariya zivistanê dikin. Zexîre yên wekî tirşik, rîçal, penêr, rûn, tirş, dims û gelek berhemên ji bax û baxçe kom dikin dikelînin û ji bo demsala zivistanê amade dikin. Hem têra xwarina xwe ya zivistanê depo dikin û hem jî difiroşin û debara xwe dikin. Hevser Mustafa Eren, ani ziman ku ax pir comerd e û mirovan birçî nahêle. Eren, da zanîn ku li ser axa ku ji 5 doliman xaniyê xwe ava kirine û li vir hilberîne dikin û wiha got: "Li vir hilberîn gelek zêde ye. Bi qasî 20 malbat debara xwe bikin têra mirovan dike. Mirov li vir bi xwe diçîne û bi xwe diçine. Bi xwe hildiberine û bi xwe xerç dike û dixwe. Çareserî hilberîn e. Mirov çiqas hilberîne û bi afirine ew qas bêtir qîmet dide. Li bajar mirov ji xweza û derdorê biyanî dibe. Piştî em li gund bi cih bûn dîsa em li kok û cewherê xwe vegeriyan. Li vir xweza agengî û tevgera jiyana me bi bandor dike. Li bajar em xwe li gorî kar, otobus û tevgera bajar bi plan dikin. Lê li gund hevparên xwezayê mirov li gorî xwe amade dike. Em serê sibê bi dengê dîk hişyar dibe. Em bi sewal, xweza re dikevin nava dan û stendinê û xweza gelek tiştan fêrî mirovan dike. Li vir zivistanî bi awayekî xwezayî em di betlanê de ne. Em nabêjin li zengil xist em navber bidin kar."

Eren, xwest bêtir mirov bên gund û dest bi hilberînê bikin. Eren, bilêv kir ku li gund deriyê wan ji hner kesi re vekiriye û dixwazin her kes bê gundê wan û li gund û mala wan bibe mêvan. Eren, xwest her kes li gund bi cih bibe û bi xwe hilberina xwe bikin û wiha berdewam kir: "Li vir sotemenî, zexîre û xwarin mirov bi xwe çêdike. Xweza mirovan birçî nahêle. Hemû pêdiviyên mirovan ji xwezayê ye."

Merve Eren a 33 salî jî di nava hilberînê deye û bi xwe hilberina xwe dike. Her sibe saet di 06.00’an de hişyar dibe û karê malê û baxçe dike. Hemû karî bi dildarî û coş dike. Li baxçeyê xwe ji çandinî û çinîna hemû team û nebatan fam dike. Di nava gund de jina herî ciwan e û bi hemû gundiyan de di nava sohbetek xweş de ye. Eren, anî ziman ku li Stenbolê jiyan pir bi stres bû û piştî hatin gund jiyana wan bêtir xweş û aram e. Mirov li gund bêtir bi ewle ye. Pişti ez hatim gund ez bêtir di ewlehiyê de me. Gund ji bo mezinbûna zarokan baştir û guncavtir e. divê zarok li gundan mezin bibin. Mirov pêxwast li ser axê bigere û pişta xwe bide dara ku mirov çandiye bêtir aram û xweş e. Jiyana gund mirovan perwerde dike û dike xwedî tecrîbeyê jiyanê. Kesên ku xeyalên wan ên jiyanek xweş hebe divê bên li gund bi cih bibin."

Necla Demir / Uğur Atabay - dihaber