MÛGLA - Li Yataganê 5'emîn santrala termîkê ya mezin a Tirkiyeyê dibe sedema mirinan. Di 2 salên dawî de ji ber pençeşêra pişikê 20 kesî jiyana xwe da. Her wiha niştecihên gund jî wiha dibêjin: "Qirika me dişewite, bi şev em nikarin rakevin."
Li Yatagana Mûglayê 5'emîn santrala termîkê ya mezin a Tirkiyeyê dibe sedema mirinan. Santral bi hêzeke 630 MW'yî di 20'ê Mijdara 1982'yan de kete fealiyetê û di sala 2014'an de hat kesîdeyîkirin û dewrî fîrmaya Bereket Enerjiyê hat kirin. Li gel biryara girtinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî, Tirkiyeyê destûra birêvebirina Santrala Termîkê ya Yataganê da. Ji ber di sala 2005'an de DMME'yê Tirkiyeyê mehkûmî tazmînateke 10 hezar Euro kir. Li gel vana hemûyan jî tu çareserî xwe enda der û heta niha derbareyê vê kargeha ku bandoreke neyînî li ser tenduristiya gel dike tu tişt nehatin kirin. Gelê herêmê diyar dike ku, gaza ji santralê derdikeve dibe sedema mirinan û li gundên Bereketlî û Tûrgûtlûyê yê li dor santralê ne hema hema li her kesî nexweşîna pençeşêrê û yên bêhnstendinê peyde bûne.
‘TEKANE SEDEMA MIRINAN SANTRAL E'
Li herêmê di 2 salên dawî de 20 kes ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest dan û li gundê Tûrgûtlarê di 2 mehên dawî de Selma Aktaş, Osman Kocakir û Osman Binnazoglu yên cixare û araq bi kar nedianîn ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest dan. Îdiayeke din a gelê herêmê jî ew e rêje ji sedî 95 qerqeşûra di xwîna zarokên wan de ji ber santralê ye. Tê diyarkirin ku li ber santralê li gundê Bagcilatê 200 donim zevî û 70 donim zeviyên zeytûnan hatine tunekirin û li gundê Tûrgûtlarê jî dê 50 hezar darên zeytûnan ji ber ocaxên komirê bên tunekirin.
‘QIRIKA ME DIŞEWITE, EM BÊHNÊ NASTÎNIN'
Ji gundê Tûrgûtlarê Tayibe Demiral, diyar kir ku ji ber gaza Santrala Termîkê ya Yataganê li wê jî nexweşînên bêhnstendinê peyde bûne. Demirel, dest nîşan kir ku weqayên pençeşêrê zêde bûne û wiha axivî: "Ji ber duxana santralê em nikarin bêhnê bistînin. Qirika me dişewite, bi şev em nikarin rakevin. Bi tu awayî venihartin nayê kirin, ji mecbûrî em di nav hewayeke qirêj de dijîn. Li gundê me tenê em û zeviyên çandiniyê tênê nayên tunekirin. Bajarê Antîk ê Lagînayê, Mala Osman Hamdî û Mizgefta İlyas Beg a 750 salî yên li gundê me jî ji ber santrala termîkê tên tunekirin."
‘HEMÛ TIŞTÊN ME ÇANDIN DI ŞEVEKÊ DE ŞEWITÎN'
Demirel gotina Serokomar Erdogan a "Gundê xwe neterikînin" bi bîr xist û wiha axivî: "Ew bi hinceta komirê gundê em dikolin û tune dikin. Em naxwazin ji gundê xwe veqetin." Demirel, diyar kir ku ji be rsantralên termîkê berhemdariya zeviyên çandiniyê pir kêm bûye û got, êdî darê zeytûnan beran nagirin. Demirel wiha axivî: "Hemû berên em diçînin ji ber duxana santralê mezin nabin. Firingî û maşên me çandin hemû di şevekê de şewitîn. Ev santral xesarê didie her tiştî."
‘EM Ê BITÊKOŞIN'
Demirel, anî ziman ku rayedarên sntralê gotine "Me dewlemendiyên we yên bienrdî wergirtin. Divê em bikolin" û bi vî awayî gundê Tûrgûtlarê îstîmlaq kirine û got, ew naxwazin gundê wan jî wek gundê Bagcilarê bê tunekirin. Demirel wiha domand: "Ji dêvla vê bomeya nukleerê bavêjin me çêtir e. Bi awayekî zindî me dikujin. Ji ber guhdarîkirina selayê êdî em nikarin îdare bikin. Dixwazin bi talankirina xwezayê qadên me yên jiyanê desteser bikin. Em ê ji bo qadên xwe yên jiyanê bitêkoşin. Em dixwazin rayedar demildest dawî li vî karî bînin."
‘QADÊN DARISTANÎ HIŞK BÛN'
Mesut Donmez ê ji gundê Bagcilarê yê ji ber santrala termîkê hat valakirin, got ji ber dewletê gundê wan îstîmlaq kiriye ew neçar mane gund vala bikin. Donmez, anî ziman ku ji ber santralê gundê wan bi temamî belawela bûye, tenê ew di rojên cenazeyan de tên gel hev û wiha axivî: "Gundê me zaf xweş bû, lê êdî gundê me tune ye. Qadn daristanî ji ber santralê hişk bûn. Kulîlkên daran ji ber duxanê timd iweşin. Li gundê me yê hat îstîmlaqkiin gelek mirov rastî nirxa ku heq dikirin nehatin. Piştî santral hat kesîdeyîkirin her diçe gazên ji kulekan dertên jehriyê dipejiqînin."
Bijîşkê gund ê ji ber çewisandina nexwest navê xwe bide, agahiyên dan îdiayên welatiyan piştrast dikin. Bijîşk diyar kir ku, di demên dwî de li zarokan nexweşîna astimê, li mezinan jî pençeşêr zêde peyde dibe û wiha got: "Li vî gundî mirovên cixare, araqê bi akr nayînin ji ber pençeşêrê dimirin. Rojê em li 50 nexweşî dinihêrin. Ji vana 30 jê nexweşên bêhnstendinê ne."
Gokhan Oner - dîhaber