Komira bêqalîte Geverê jehrî dike

COLEMÊRG - Li Geverê komira ji aliyê saziyên dewletê ve di bin navê "alîkariyê" de tê belavkirin û welatiyên xwedî dahata kêmbar ên ji neçarî vê komira bêqalîte dikirin û bi kar tînin, bajêr jehrî dike.

Li Gevera Colemêrgê bi hatina zivistanê re, bi kar anîna komira bêqalîte bajar jehrî dike. Danê sibehê û êvarî duxana ku ji kulekên avahiyan hêl dibe, piştî demekê asîmanên bajêr vediguherîna mijeke duxanî û ji ber vê welatî bi zorê bêhnê distînin. Komira ku ji aliyê saziyên dewletê ve di bin navê "alîkariyê" de tê belavkirin û welatiyên xwedî dahata kêmbar ên ji neçarî vê komira bêqalîte dikirin û bi kar tînin, hawirdorê jehrî dike û ev jehrî ehrî zêde bandorê li zarok, extiyar û nexweşên astimê dike.

‘KOMIRA HERÊ BÊQALÎTE TÊ VIR'

Ji welatiyan Erkan Şenkay dest nîşan kir ku, her diçe qirêjiya hewayê bi awayekî cidî zêde dibe û anî ziman ku, komira ku li navçeyê tê belavkirin, komira herî bêqalîte ye. Şenkay wiha got: "Li Geverê zivistan zaf dijwar e. Ji ber xaza xwezayî tune ye, mirov berê xwe didin komirê. Lê belê komira ku tê vê derê, li welat komira herî bêqalîte ye. Li tenduristiya mirovan nafikirin."