'Heke em nebêjin 'Na' dê dawî li talankirina xwezayê neyê'

KIRKLARELÎ - Mutewîlê DAYKO'yê Aydin Karakoç ê tevî gelê Kirklareliyê li dijî RES û santralên termîkê têdikoşe wiha got: "Heke em nebêjin 'Na' dê dawî li talankirina xwezayê neyê."

Li Herêma Trakyayê, li dijî Santralên Enerrjiya Bayê (RES) û santralên termîk her tim têdikoşe. Yek ji bajarên vê herêmê yê di warê têkoşîna ekolojîk de tevdigere jî Kirklarelî ye. Li bajarê Kirklareliyê heta destpêka salên 1990'î bi tu awayî texrîbatên saziyên pîşesaziyê tune bû. Di nîveka salên 1980'yî de li navçeyên Çerkezkoy û Çorlû yên Tekirdagê, li gelk gundan santralên termîk û RES hatin avakirin. Lê belê, gelê Trakyayê jî li dijî vê bêdeng nema. Tevî gelê Kirklareliyê Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî (DAYKO) di warê ekolojîk de têdikoşe û li dijî texrîbatên xwezayî çalakiyan li dar dixe û dozan li şîrketan vedike.

Gel, nehiştin ku civîna Nirxandina Karîgeriya Hawirdorê (ÇED) a ji bo 18 RES'ên nû li gundê Kuçukyayla yê girêdayî navçeya Vîze ya Kirklareliyê bê lirdaxistin û ji bo betalkirina raporê ji Gerînendetiya Bajêr a Hawirdor û Bajarsaziyê nivîsand. Her wiha li ser têkoşna gelê herêmê, gelek proje hatin betalkirin. Mînak; li gundê Pazarliyê ocaxa ku hat xwestin bê avakirin, li ser têkoşîna gelê herêmê ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin.

Mutewîlê DAYKO'yê Aydin Karakoç têkoldarî proje û santralên ku tê xwestin li herêma wan bên çêkirin agahî dan. Her wiha Karakoç têkildarî referandûmê jî ji bo çi dê gelê herêmê bibêje "Na" vegot.

‘EM NAXWAZIN DEST BIDIN ÇAVKANIYÊN M E YÊN JIYANÊ'

Karakoç, diyar kir ku dixwazin Kirklareliyê veguherînin turîzma çandî û got, dê bi talankirina xwezayê re bandoreke neyînî xwe bide der. Karkaoç, anî ziman ku li gelek deverên herêma Trakyayê û Kirklareliyê talanek heye û ew wek rantê li vê dinihêrin û wiha got: "Bila dest nedin çavkaniyên jiyana me, ava me, xaka me."

'DÊ GELÊ TRAKYAYÊ JI BO XWEDÎDERKETINA LI QADÊN JIYANÊ BIBÊJE 'NA'

Karakoç, sedema "Na"ya ku dê gelê Trakyayê di refrandûmê de bi kar bîne vegot û wiha domand: "Yek ji sedemên vê dê yek ji wan bê û bibêje 'Hey gelê Karadirê, hey Derekoy, hey Dolan min mêrgên we bi KHK'ê dewrî çiftlikên heywanan kir.' Em ê nikaribin îtirazî KHK'yan û nikaribin dozê vebikin. Dev ji riyên din berdin, em serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin jî, herî kêm dê 15 salan bidome. Dema em dozê li Şûraya Dewletê vekin, dê Lijneya Bilind a Dozger û Dadweran (HSYK) tayînên Şûraya Dewletê bike. Dê Serokomar bi xwe van kesên hatine tayînkirin hilbijêr e. Yê destûrê dide Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ye; lê belê dîsa dê Serokomar wan tayîn bike. Dê kesên ji ehlê mirovan tayînî van deran bên kirin an dê kesên ku rê li ber gel bigirin bên tayînkirin? Ev gumaneke mezin e. Heke em li ser van gumanên mezin dozê vekin jî, dê şanşekî me yê serketinê tune be. Ji ber dê mafê me yê dozvekirinê bi KHK'yan bê astengkirin dê mêrgên me, daristanên me û avên me bên talankirin. Ji ber vê ye ku dê hemû gelê Trakyayê bibêje 'Na'."

‘HEKE EM NEBÊJIN 'NA' DÊ DAWÎ LI TALANKIRINA XWEZAYÊ NEYÊ'

Karakoç, dest nîşan kir ku ew wek biryara nehesibandina qanûnan li raporên ÇED'ê dinihêrin û got, heke di referandûmê de "Erê" derkeve dê pêdivî bi biryarên ÇED'ê nemîne. Karakoç wiha domand: "Dê bi du kesan bidin îmzekirin. Dê bi tu awyaî mafê me yê dozvekirinê tune be. Dê ji zanyaran neyê pirsîn, dê jis aziyên dewletê yên din re neyê pirsîn... Bêyî ji kesekî bipirsin dê bi îmzeya kesekî tenê bê diyarkirin. Dê di dengdayîna referandûmê de mirovên me bibêjin 'Na'. An jê em ê nikaribin dawî li talankirina xwezayê bînin."