MÛGLA -Li Gola Azmakê ji ber qirêjiya hawirdorî û gaza azot û metanê ya li golê xwe daye der, gelek çeşnên masiyan bi xtereyeke mezin û tunebûyînê re rû bi rû mane.
Li bajaroka Akyakaya Mûglayê, ji ber gaza azot û metanê ya li Gola Azmakê gelek çeşnên masiyan bi xetereyeke mezin û tunebûyînê re rû bi rû mane. Şûşeyên camî, sandalyeyên plastîk, îskan, benik, xalî, amûrên pêjgehê, bisqilêt û hwd. ên mirovên mirovên hawirdorê davêjin golê, bi awayekî zêde jiyana giyanewerên li golê dixin xetereyê. Kurmik, kevz û nebatên behrî yên bi demêr re li ser golê kom dibin, dibin sedema gazin wek azot û metanê. Her wiha gelek turîstên xwecihî û biyanî yên tên herêmê, ji ber vê rewşa golê bi gazinc in.
'BÊHNA GENÎ JI GOLÊ TÊ'
Akîf Yildirim ê 25 sal e li Akyakayê dijî, li dijî qirêjiya golê bertek nîşan dan. Yildirim ragihand ku, her diçe li Gola Azmakê mirina masiyan zêde dibe û zêdebûna qirêjiyê li golê dibe sedema gazên wek azot û fosforê û anî ziman ku, ev rewş dibe sedema teqandina kevz û zêdebûna gaza metanê. Yildirim got, sedema xerabûna ekosîstema golê jî ji ber qalîteya ava golê bi qirêjiyê xera dibe û tevdîr nayên girtin bi xwe ye.
Yildirim wiha domand:"Li Tirkiyeyê deverên wek Akayê pir kêm in. Ava golê berê paqij bû û binî wê dihat xuyakirin. Niha ji ber, kurm û nebatên behrî yên li ser avê, bêhna genî ji golê tê. Texrîbkirina cihekî wisa xwezayî meriva diêşîne."
‘NEHESTIYARÎ QIRÊJIYÊ JÎ ZÊDE KIR'
Nûnera Komeleya Parastina Hawirdor û Xwezayê ya Marmarîsê Zelîha Guzel a der barê qirêjiya golê de axivî got, sedema sereke ya qirêjiya golê faktorên hawirdorî û bermayiyên tên avêtine. Guzel dest nîşan kir ku, ji ber nehestiyariyê her diçe gol bêtir qirêj dibe û wiha axivî:"Gola Azmakê ya hem pesariya tenduristî hem jî ya civakî ya gelê Akyakayê dikir, mixain niha bi qirêjiyê re rû bi rû maye. Gola Azmakê ji dewlementiyeke xwezayî wirdetir, ji bo gelê herêmê çavkaniyeke dahatê ya girîng e. Bi awayekî nebaş bikaranîna çavkaniyên bi vî rengî, wê ji aliyê aborî ve bandorê li turîzmê bike."