MANÎSA - Zêdekirina kapasîteya Ocaxa Kilsê ya li gundê Încesû yê navçeya Kûla ya Manîsayê hat qebûlkirin. Di qeydên dewletê de cihê ku niha şîrket lê ye wek qada daristanî û eraziyê çendiyê derbas dibe. Dê bi vê zêdekirina kapasîteyê re, ax bişeqite û her wiha dê bi teqanina dînamîtan re dê derdor bi awayekî zêde zirarê bibîne.
Di demên dawî de bajarên Herêma Egeyê bûne hedefa şîrketan û li ser hevdu projeyên talankirina xwezayê yên şîrketan ji aliyê walîtiyan ve tên tesdîqkirin. Şîrketa Înşeatê ya Beyhîmê ji bo zêdekirina kapasîteya Ocaxa Kilsê (kalker) ya li gundê Încesû yê girêdayî navçeya Kûlû ya Manîsayê ye, serî li walîtiyê da. Piştî dosyeya serlêdanê hat raçavkirin, birayara "Nehewceyî ÇED'ê ye" hat dayîn. Wek hemû projeyên hatin tesdîqkirin, di vê projeyê de jî ji bo zirara ku dê li hawirdorê bê kirin xwe li nedîtiyê danîn.
QADA DARISTANÎ Û ÇANDINIYÊ!
Parsela ku qada projeyê lê ye, di "Plana Sererastkirina Hawirdorê ya Plankirina Herêma Îzmîr-Manîsayê" de wek qada çandiniyê hatiye nîşandan. Qada projeyê di bin hikm û tasarrûfa deewletê ye û di nav sînorê qada daristanî de ye. Li vê qada ku bi rûberka riwekî hatiye nixumandin, ji sala 2006'an ve xebat tên kirin.
BERÊ JÎ DU CARAN KAPASÎTE HATIBÛ ZÊDEKIRIN
Tesîsa kilsê di sala 2006'an de hat avakirin û ji wê çaxê heta niha, ji bo zêdekirina kapasîteyê 2 caran biryara "Nehewceyî ÇED'ê ye" hat dayîn. Şîrket, li ser vê biryarê di sala 2010'an de kapasîte zêde kir. Di projeya ku îro di rojevê de ye jî, bi zêdekirina kapasîteyê re dê qada ji 16,97 hektarî bibe 24,65 hektar û her wiha dê kapasîteya şikandin-bêjandinê ya tesîsê salane ji 380 hezar tonî bibe 397 hezar ton.
Wek hemû projeyan, dê di vê projeyê de jî ewil xaka riwekan ji qada xwe bişiqite. Û di dema vê şiqitandinê de dê toz û xubareke zêde xwe bide der. Dê di dema şiqitandina xaka riwekî de dê saetê 0.7671 kîloxiram toz derkeve holê.
Piştî şiqitandina axê, di porjeyê de tê diyarkirin ku dê bi Hîdrolîkê qul bên çêkirin û paşê dê bi wan qulan erdê biteqînin. Tê zanîn ku, dê bi vê teqandinê re gelek cureyên nebatan zirarê bibînin û her wiha dê gelek çivîk û heywan ji neçarî koç bikin. Lê belê, şîrket li hemberî vana hemûyan xwe li nedîtiyêd atîne û dibêje "Dê teqandin bi tu awayî zirarê nede hawirdorê û dê bandorê li tu qadên amdenî yên din neke."
Dîsa di projeyê de tê diyarkirin ku dê di dema teqandinê de piçikên keviran li hawirdorê belav bibin û tê gotin ku, dê ji sedî 20'ê toza ku derkeve li hewayê bi bandora bayî li qada daristanî û çandiyê belav bibe.
'DÊ BI AWAYEKÎ ZÊDE ZIRARÊ BIDE TENDURISTIYA MIROVAN Û XWEZAYÊ'
Berdevkê Hewldana Jiyana Xwezayî û Çandî ya Egeyê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku dê teqînên li herêmê bi awayekî zêde bandoreke neyînî li tenduristiya mirovan û xwezayê bikin û wiha got: "Dê toz û dengê zêde yê teqînan zirareke zêde bidin jiyana civakî û riwekî. Dê di warê bêhnstendinê de jî pirsgirêkên mezin xwe bidin der. Her wiha dê ev deng û qelebalixî zirarê bide jiyana heywanan jî."
'DIVÊ MIROV XWE JI HEWLDANÊN WISA DÛR BIXE'
Karaçorlu, anî ziman ku divê proje bê rawestandin û wiha domand: "Niraxndin û encamên şaş ên ÇED'ê, li vê herêmê dibe sedema zemîna hewldanên nû. Sedemeke tesdîqkirina van ÇED'ê şaş jî, dê bi xwe re teqandinên nû yên ocaxên kilsê bîne. Divê gavên wisa neyên avêtin, divê li dijî texrîbkirina qadên me yên daristanî û çandiniyê bê sekinandin. Ji bo pêşeroja herêmê divê daqên me yên çandiniyê û daristanan bên parastin û divê mirov xwe ji hewldanên wis adûr bixe."