ISPARTA- Li Sutçuler a ku bi texrîbatên pêşnûmaya HES’ê ketibû rojevê, vê carê jî ji ber ocaxên mermerî li gundê Şeyhlerê ava vexwarinê qirêj bûye û her wiha li gundê Haciahmetlerê jî, ji ber pêşnûmaya ocaxên mermerî jiyana xwezayî û qadên çandiniyê bi xetereya tunebûyînê re bi rû mane.
Navçeya Sutçulera Ispartayê ya berê bi rûxandinên ku ji ber pêşnûmaya Santrala Hîdroelektrîkê (HES) derketibûn holê ketibû rojevê, vê carê jî li herêma daristanên Ardiç û Karacamê ji ber bi dehan ocaxên mermerî jiyana ekolîjîk xesarê dibîne. Li Gundê Şeyhlerê ji ber ocaxa mermerî ya aîdî karsaziya bi navê Başaranlarê ye, ava vexwarinê ji 50’î qirêj bûye û her wiha eşkere bû ku, bermayîya ava karkerên ocaxê ya li destşoyê bi kar tînin jî tevlî ava vexwarinê dibe.
Her wiha, ev ava qirêj çemên li gundan jî qirêj dike û ji ber vê gundiyên ku bi masîvaniyê re bilî dibin êdî nikarin çêlikên masiyan xwedî bikin û dar jî dibin molozên ocaxê de mane. Li herêma ku gelek rêyên avê jî hatine xitimandin, niştecihên gund ên ev 2 sal e di nav qirêjiyê de dijîn, her çiqas ji rayedaran re rewş ragihandibin jî heta niha tu hewldan nehatine nîşandan.
LI GUNDÊ HACIAHMETLERÊ PÊŞNÛMAYEKE NÛ YA OCAXA MERMERÎ!
Li gel vê, li Gundê Haciahmetlerê pêşnûmayeke nû ya ocaxa mermerî ket rojevê. Ji bo ocaxa mermerî ya aîdî A.Ş. ya Bej Mermerê, meha borî Gerînendetiya Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê biryara dawî ya Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) da. Ocaxa mermerî ya ku nêzî qadeke 100 hektarî (1000 donim) ruhsata wê heye, tê payîn ku salê wê 300 hezar metrekup hilberînê bike. Li Gundê Haciahmetlerê, ocaxa mermerî ya bi temamî li qada daristanî hatiye avakirin, wê 12 salan bixebite. Tê diyarkirin ku, bi sepandina pêşnûmayê re, wê li herêmê jiyana xwezayî û hemû qadên çandiniyê tune bibin.
KEYA: GUNDIYÊN ME VÊ NAXWAZIN!
Keyayê Gundê Haciahmetlerê Suleyman Ozcan dest nîşan kir ku, ew li dijî ocaxa mermerî ne û got, li devera ku tê xwestin wê ocaxa mermerî lê bê çêkirin, hem qadên çêreyê yên gundiyan û hem jî bermayiyên antîk lê hene. Ozcan diyar kir ku, wan di vî warî de agahî daye Lijneya Parastinê ya Antalyayê jî û wiha got: “Hatin lê nihêrîn û gotin ‘Li vir bermayiyên ji serdema bîzansiyan hene, ev aîdî avahiyên mirovên hejar in.’ Em ê ji ku zanibin hejar in?”
Ozcan da zanîn ku, têkildarî pêşnûmayê civîna ÇED’ê hatiye lidarxistin û got gundî li dijî vê derketine. Ozcan wiha domand: “Gundiyên me vê naxwazin. Gelek mirovên me jî li Stenbolê ne. Gundiyên me yî li wir, li dijî pêşnûmayê îmze berhevkirin û radestî rayedaran kirin. Lê belê wezaret hat û ji me wiha pirsî ‘Tu eleqeya kesên îmze berhev kirine bi gund re heye yan na?’ Gelheya gundê me 750 kes e. Lê warê me hejar e. Em li kuderê kar bibînin, berê xwe didin wir. Ji ber vê piraniya me li Stenbolê, li xerîbiyê ye.”