BARTIN - Têkoşîna gelê Amasra ya li dijî santralên termikê bi kampanya îmzeyan berdewam dike. Gelê Amasra bang li hemû xwezaparêzan kir ku hestiyar tev bigerin.
Şêniyên gundê Gomu û Tarlaagzi yên navçeya Amasra ya Bartinê li dijî santrala termîkê ya li qada Tapak Koyu tê avakirin dest bi kampanya îmzeyan dikin. Santrala Termîkê ku rapora erênî ya ÇED'ê û Wezaretê girt, rastî bertekên welatiyên herêmê tê. Welatiyên herêmê armanc dikin ku di 5'ê Kanûnê de dest bi kampanya îmzeyan bikin û li navçeya Amasra kampanya bimeşînin. Gelê Amasra heta niha li dijî santralan gelek çalakî pêş xistin. Esnafan bi silogana “Em jiyana xwe û pêşeroja xwe diparêzin" dikan girtin. Bi kilometreyan zincîra ji mirovan çêkirin. ji zarokan heta kal û pîran tevan gotin “Em santralan naxwazin" û bertekên xwe anîn ziman.
Şêniyê Amasra Recai Çakir, diyar kir ku 10 salin li dijî santralên termîkê têdikoşe û wiha got: "Niha dewlet piştgiriyê dide. Serlêdana wan a berê hat redkirin, niha bi navekî din serlêdan dikin. Em li vir jiyana xwe û pêşeroja xwe diparêzin. Ji ber ku santralên li vir tên avakirin, xweza, çandinî, turîzm û gelek qadên jiyanê tune dike. Em berî her tiştî tenduristî û pêşeroja xwe dixwazin. Niha hestyarî û hişyariyek baş heye. Me wekî gel biryar daye ku em destûr nedin vê yekê."
DIVÊ TEVAHIYA TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ BIDE ME
Welatiya Amasra Şîrîn Ozleyen jî anî ziman ku 30 salin li Amasra ye û wiha got: "Ez wekî mamoste hatim vir. 24 salan min li vir kar kir. Piştre li vir ib cih bûm. Ez xwe aydî Amasra hîs dikim. Ji bo ku santrala Termikê neyê avakirin çi ji destê min bê ez dê bikim. Ez bang li hemû gelê Tirkiye dikim û dibêjim pêwiste hemû gelê Tirkiye li dijî santralê derkevin û bibin yek.
GELÊ AMASRA TÊKOŞÎNA HEVPAR DIDE
Serokê Rêxistina CHP'ê yê Amasra Bora Işikal jî anî ziman ku li Amasra hemû beşên civakê di nava hev de dijîn û têkoşîna hevpar dimeşînin. Işikal, anî ziman ku Rêxistina AKP'ê piştgiriyê nade wan û wan bi tenê dihêle û wiha got: "Agahiya Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Mehmet Ozhasekî ji rewşa Amasra tune. Bêyî lêkolîn bike îmze davê bin projeyê. Piştî îtîrazê Wekîlê CHP'ê Rıza Yalçinkaya, pêşniyarnameya lêkolînê da meclîsê. Lê wekîlên AKP'ê ev pêşniyarname red kir. Divê hemû kes piştgiriyê bide gelê Amasra. "