Dadgehê xebat dan rawestandin, lê wan guh neda biryara dadgehê!

WAN - Ji bo riya ku dê bê çêkirin, bi qasî 53 metreyan Gola Wanê hat dagirtin. Her wiha li qeraxa golê dîwarekî bi dirêjahiya xwe 400 metre û bi bilindahiya xwe jî 3 metre hat lêkirin. Serokê ÇEV-DER'ê Ali Kalçik, bertek nîşanî vê rewşê da û got ku, Riyên Bejahiyê biryara dadgehê paşguh kiriye.

Li navçeya Artemêtanê ya Wanê, avahiyên xizmetê û lojmanên Muduriyeta Herêma 11'emîn a Riyên Bejahiyê di erdheja 2011'an de xesar dîtin. Li ser vê, biryara ku dê avahiya xizmetê li qeraxa Gola Wanê bê çêkirin hat dayîn.

Ji bo xaçerêya pirî ya ku di qeraxa golê re derbas dibe û li ser riya Wan-Westanê tê çêkirin, Riyên Bejahiyê bi qasî 53 metreyan gol tije kir. Her wiha li qeraxa golê jî bi blokên betonî dîwarekî ku bi dirêjahiya xwe 400 metre û bi bilindahiya xwe 3 metre ye hat lêkirin.

Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê Ali Kalçik, bertek nîşanî vî dîwarê ku li qeraxa golê tê çêkirin da. Kalçik, da zanîn ku bi çêkirina vî dîwarî û xaçerêyê tu qadeke jiyanê ya niştecihên gundê Kiyicakê namîne. Kalçik, got ku ev xaçerê li gor kêfiyeta burokrasiyê hatiye çêkirin û felaketeke xwezayî ya mezin di xwe de dihebîne. Kalçik, da zanîn ku li gelek cihên ku pêdiviya wan bi xaçerêyan hene, xaçerê nayên çêkirin, lê belê li peravê her çi qas pêdivî pê tune ye jî dîsa hatiye çêkirin.

‘HUQÛQA NAVNETEWÎ TÊ BINPÊKIRIN'

Kalçik, diyar kir ku bi qasî 50-60 metreyî behr hatiye dagirtin û wehşet bi vî awayî hatiye destpêkirin. Kalçik, ragihand ku bi qanûna Rîo'yê ya ku di sala 1972'yan de hatiye çêkirin û peymana navnetewî perav hatine parastin û wiha axivî: "Şer ne di nav de, li gor vê peymanê di dema rewşa şerî de hêwirgeh dikarin bên çêkirin, ji bilî vê bi tu awayî têl nayên bicihkirin, dîwar nayên lêkirin û moloz nayên hiştin. Qanûna Jimare 3621'yan vî tiştî difermîne. Hem li gor vê qedexeyê tevnagerin hem jî binpêkirineke bi vî rengî dikin."

‘RIYÊN BEJAHIYÎ ÎMZE AVÊTIYE AVANIYEKE NEHEWCE'

Kalçik, dest nîşan kir ku di nav sînorê Gola Wanê yê 185 kîlometrekareyî de qadeke ku giyanewer bi kar bînin nemaye û wiha got: "Xweza avaniya hevpar a hemû giyaneweran e. Mixabin ji ber ku serdest û kapîtalîst her tiştî wek pereyan dibînin, rêzê ji vê qanûnê re nagirin. Wek mînaka Riyên Bejahiyê, îmze avêtine avaniyeke nehewce."

‘GUH NEDAN BIRYARA DADGEHÊ'

Kalçik, diyar kir ku ji ber xaçeriya pirî xwezayê texrîb dike, welatiyên herêmê di sala 2016'an de ji bo rawestandina xebatê doz vekirin û wiha got: "3'yemîn Dadgeha Îdarî ya Wanê biryara rawestandina birêvebirinê da. Lê belê, Riyên Bejahiyê guh neda vê biryara dadgehê û xebatên xwe domandin."

‘QADA ZÊDEBÛNÊ YA GIYANEWERAN HAT XESPKIRIN'

Kalçik, ragihand ku li qeraxa golê bi awayekî lez û bez çêkirina xaçeriyê didome û wiha axivî: "Bi sedan metreyî dadigirin û wehşetên didin der. Bi salan e ku Riyên Bejahiyê vê wehşetê dike. Li cihê dîwar lê hatiye lêkirin qamirgeh û avzêl hene. Ev qamirgeh û avzêl qadên zêdebûnê yên giyaneweran e. Di vî warî de jî ya ku tê kirin wehşet e. Tê wateya xespkirina hemû mafên giyaneweran."

‘LI HEMBERÎ VÊ WEHŞETÊ BÊDENG NEMÎNIN'

Kalçik, dest nîşan kir ku divê demildest ev wehşet bê rawestandin. Kaçik, anî ziman ku divê di serî de gelê Wanê û bi giştî jî hemû mirov berteka xwe nîşan bidin û li hemberî van pêkûtiyan bêdeng nemînin.