ÊLIH – Li Heskîfê avakirina Bendava Ilisûyê ya ku wê dîroka hezaran salî di bin avaê de bihêle didome. Aktivîstên Hewldana Jîndarkirina Heskîfê dest nîşan kirin ku, li gel vekirina bi dehan doz û raporên pisporan jî, dewlet israra xwe didomîne û gotin, ew li benda encama serlêdana DMME’yê ne.
Pêşnûmaya Bendava Ilisûyê ya wê li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin, dê bi sedan gundî û bi hezaran welatiyî ji cihan wan bike. Li dijî bendava ku dê Heskîfa dîrokî di bin avê de bihêle, li platformên cuda têkoşîn didomin û niştecihên navçeyê diyar dikin ku, ji dêvla dê 18 milyon TL’yê ku wê ji bo bendavê bê xerckirin, ji bo pêşxistina çandî û aborî ya Heskîfê bê xerckirin wê çêtir be. Li gel heta niha ji bo betalkirina pêşnûmaya bendavê 12 doz hatine vekirin û gelek raporên pisporan jî dewlet ji pêşnûmayê gav navêje.
‘ILISÛ PÊŞNÛMAYEKE SIYASÎ YE’
Hewldana Jîndarkirina Heskîfê dest nîşan dike ku, piraniya gel li dijî bendavê ye, ji bo pêşnûmaya bendavê nêrîn û fikrên gel esas nayên girtin û bi vê re tenê civînên danasîn û agahdarkirina ji bo bendavê tên lidarxistin. Aktivîst wiha dibêjin: “Di 2005’an de hîmê bendavê hat avêtin û dihat payîn ku di 2008’an de pêşnûma biqede, lê belê li ser bertekan pêşnûma vewestiya. Pêşnûmaya Bendava Ilisûyê pêşnûmayeke siyasî ye. Di encama fersate dewletê ya ji bo serweriya avê derket holê. Dewlet Heskîf û Geliyê Dîcleyê pêşkeşî alîgirên xwe kir, wek qada rantê diyar kir. Dibêjin em ji bo elektrîk û avdayînê bendavê çêdikin. Lê belê pereyê li bendavê tê xerckirin, maliyeta wê ji enerjiya ku dê hilberîne bêtir e. Enerjiya ku dê bê hilberandin jî, tenê wê ji bo karsaziyên mezin bê bikaranîn. Dewlet her tim dibêje ‘em bendavê ji bo rizgarkirina Heskîfê çêdikin, ji xwe wê birûxiya bi bendavê re em wê restore dikin.’ Bi vî awayî gel dixapînin û propagandayê dikin.”
‘PÊVAJOYÊN ÎHALEYÊ LI DIJÎ HUQÛQÊ NE’
Aktivîst dest nîşan dikin ku, biryara îstîmlaqkirinê bi gefxwarin û zorê tê kirin, bi vê re polîtîkayên ku wê niştecihên herêmê ji cihê wan bike disepînin. Aktivîstan wiha domand: “Bi veguhastina gel a ji bi Heskîfa nû re, wê pirsgirêk neyên çareserkirin. Berkesê wê wê pêvajoyeke qedandina jiyana çandî û aborî bê jiyîn. Ji ber hemû gel li dijî ji bûyîna cihê xwe ne, ji bo veguhastina Heskîfa nû tu serlêdan nekirine. Ji ber dewlet ji derveyî welat nikare îhaleyan pêk bîne, vê carê bi karsaziyên xwecihî re bi awayekî derhuqûqî çêkirina bendavê didomîne.”
‘ÎHALEYA VEGUHASTINA BEREMÊN DÎROKÎ DERQANÛNÎ YE’
Ji aliyê rayedaran tê îfadekirin ku, wê li Heskîfê di serî de Turbeya Zeynel Beg û gelek berhemên dîrokî bên veguhastin û ji bo veguhastina van berheman divê destûra Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) hebe. Lê belê TMMOB ji ber neguncaviyê destûra veguhastina berhemên dîrokî neda. Dewlet ji bo karên veguhastinê ji derveyî welat, bi karsaziya bi navê “ERBÛ” re li hev kir. Aktivîstên Hewldana Jîndarkirina Heskîfê jî der barê vê veguhastinê de wiha gotin: “Me wek hewldanê, ji ber Turbeya Zeynel Beg û berhemên dîrokî yên din bi awayekî derhuqûqî derxistien îhaleyê, me 2 doz vekirin. Di heman demê de, bi awayekî eşekere me name ji karsaziyê re nivîsand û me got, Turbeya Zeynel Beg ji bo veguhastinê neguncav e û me derbarê Heskîfa dê di bin avê de ew hişyar kirin ku, di vê de tilya wan jî heye. Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne, me doz bir DMME’yê. Dê her tişt piştî vê dozê diyar bibe.”