Eko-sîstema daristaneke ku pîvan, hejmar û pere lê tune ne

MÛGLA - Ali Kişlak ê ku hedefa wî ji bo hemû giyaneweran eko-sîstemeke berdewamiyî biafirîne, li ser erdekî 70 donimî çewlikek çêkir. Li vê çewlikê bi tu awayî cihê têgehên wek hejmar, pîvan, weznandin û pereyan tune û li dijî jiyana bajar têdikoşe.

Li navçeya Fethiye ya Mûglayê di sala 2007'an de li ser erdeke 70 donimî Çewlika Daristanî ya Ali Kişlak hat çêkirin. Niştecihên vê çewlikê, hewl didin ku li vê daristanê jiyaneke berdewamiyî ya di nav xwezayê de biafirînin. Li vê çewlikê pergaleke daristanî ya ji 7 tewqan pêk tê heye. Li her tewqê berên cuda û eko-sîstemek heye. Li vê çewlika ku ji bo av kêm nebe tewqa maçî hatiye çêkirin, gubreyê kompsotî (organîk) tê bikaranîn. Di dema avdanê de pergala baraniyî tê bikaranîn.

JIYANEKE KU PEYVA PERE LÊ DERBAS NABE

Kişlak ê ku ji karê xwe yê telekomunîkasyonê îstifa kir, di bin bandora avakarê permaçandê Bill Mollison û Masanobu Fukuoka yê japonî de ma. Kişlak, tevî dildarên Tirkiye û ji çar aliyên cîhanê tên felsefeya daristanê bi awayekî kolektîf didomîne. Kişlak ê ku ji jiyana bajaran reviya û li çewlika ku ava kiriye dijî, tevî dildarên ku hatine çewlikê jiyaneke hevpar dijî. Niştecihên çewlikê ji çandina şitlan bigire heta berhevkirina zebze, fêkî, avdan û kesaxtina daran hemû karî bi hev re dikin. Kişlak, anî ziman ku ji bo jiyana li çewlikê tu pîvan tune ne û wiha behsa jiyana li çewlikê kir: "Têgehên wek hejmar, pîvan, kêşan, hindik, pir û her wiha pirs, lêborîn û darizandin tune ne. Saeta me ya molayê tune ye. Yê bixwaze bi qasî ku karibe dixebite û bêhna xwe vedide. Li çewlikê bi tu awayî peyva pere derbas nabe. Tenê kesên cixarê dikşînin nikarin têkevin çewlikê. Me hemû baweriyên xwe dan aliyekî û me li vir li gor xwezayê eko-sîstemek çêkir."

‘PEYWIRA ME EW E KU EM DARISTANA XUREKAN ÇÊBIKIN'

Kişlak, anî ziman ku ji bo ew nebin pêgirtiyê derve, enerjiya cîhanê xerc nekin wan li çewlikê her tişt daniye û wiha domand: "Armanca me ew e ku em qet neçin market û bazaran. Li vir bi awayekî xwezayî bijîn. Heke her mirov hay ji vê hebe, enerjiyê biafirîne û bi vî awayî bijî, dê li cîhanê ne birçîbûn hebe û ne jî şer. Ji ber vê yekê em di felsefeya xwe ya daristanê de her santîmetreyê bi kar tînin. Peywira me ew e ku em li gor xwezayê çêkirina daristanê bilezînin. Dema em vê dikin pêşanî ya darên fêkiyan e. Ji bo çûkan em deviyên ku fêkiyên wan tune ne jî datînin. Em li ser asasê bêqusûriya xwezayê tevdigerin û baweriya me ew e ku her nebat, her dar xwedî erkek e."

DIXWAZIN DARISTANA KU HAT ŞEWITANDIN JI NÛ VE ZÎNDE BIKIN

Kişlak û dildar niha jî hewl didin ku qadeke 350 donimî ya ku ji bo çandiniyê hatibû şewitandin bikin daristan tevdigerin. Kişlak wiha got: "Em ê ji vê qada daristanî ya ku hat şewitandin bihuştekê biafirînin. Min wateya jiyanê li vir, ji gelemşeya bajêr dûr, bi qanûnên xwezayê û felsefeya xwezayê dît. Deynê min ê li vê cîhanê jî ew e ku ji bo jiyanê ji nû ve avakirina eko-sîstemekê ye." Her wiha Kişlak li ser pirsa "Dê mirov dev ji jiyana kapîtalîst berdin û bên li vir bijîn an?" wiha got: "Bila ji dilê we heza axê û bêhna cehteriyê kêm nebe".