ÎZMÎR - Li quntarên Çiyayê Dedeyê destûra îmarê hat dayîn û bi vê re darên zeytûnan ên yabanî û darên çamê tên talankirin. Niştecihên taxê, anîn ziman ku şaredarî pêşî dar hişk kirin û paşê jî ji bo Zanîngeha Ekonomiyê ew qetil kirine.
Li Taxa Koruturk a navçeya Balçova ya Îzmîrê, herêma ku "Baxçeyê Cîran ê Ekolojîk" lê ye bûye hedefa rantê. Bi hinceta dê bi kirê bidin Zanîngeha Aboriyê, Şaredariya Balçova ya CHP'î dixwaze vê herêmê vala bike. Quntarên Çiyayê Dedeyê yên ku herî zêde darên zeytûnan lê ne, hema bêje hemû pêşkeşî rantê tên kirin.
Li vê qada daristanî bi salan e, perçe bi perçe destûra îmarê tê dayîn û her wiha ji ber vê yekê jî texrîbata li herêmê her diçe zêdetir dibe. Li vî erdê 50 donimî yê ku aîdî şaredariyê ye, qirkirina daran didome û li gel vê qirkirinê xebatên înşeatê jî didomin.
Piraniya qada ku destûra îmarê ji bo wê hatiye dayîn, tahsîsî Zanîngeha Ekonomiyê ya Îzmîrê hatiye kirin. Li gor biryara dawîn a şaredariyê, tê diyarkirin ku dê li qadê destûra îmarê bê dayîn û bêyî îhale dê 19 salan bi kirê tahsîsî zanîngehê bê kirin. Sala çûyîn jî ji bo înşeata Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Ekonomiyê, li vê herêmê destûra îmarê hatibû dayîn û hîn jî înşeat didome. Ji bo li nêzî înşeatê kafeterya û otopark bên çêkirin amadekarî didomin û her wiha darên ku nehatine jêkirin bi zanebûnî bi kepçeyan tên derbkirin.
‘EM Ê DAREKÊ JÎ NEHÊLIN'
Di 2 salên dawî de li quntarên çiyê herî kêm hezar û 500 dar hatin jêkirin û hîn jî li heman herêmê xebat didomin. Her wiha gotinên operatorê kepçeyê yên "Em ê li vir darekê jî nehêlin" texrîbata li herêmê dide der. Li vê herêmê tekane "Baxçeyê Cîran ê Ekolojîk" ê Tirkiyeyê jî bi rûxandinê re rû bi rû ye.
'ŞAREDARÎ BI ZANEBÛNÎ DARAN HIŞK DIKE'
Niştecihên taxê li hemberî vê texrîbata xwezayî bertek nîşan dan û gotin ku, ew qebûl nakin ku ji bo pere û rantê xweza bê qetilkirin. Ercument Duşunceli, anî ziman ku bi awayekî aşkere xweza tê talankirin. Duşunceli got ku, şaredarî berî daran jê bike bi zanebûnî wan hişk dike. Duşunceli, dest nîşan kir ku bi zanebûnî ber kokên daran tên vekirin, lê belê qetlîama daran ne ji bo fêdeya cemaweriyê ji bo fêdeya Zanîngeha Ekonomiyê tê kirin.
Mustafa Karamn jî, diyar kir ku fakulteya tibê bi talankirina daristanê hatiye çêkirin. Karaman got ku, avahiya ku ji bo tenduristiya mirovan tê çêkirin pêşî zirarê dide xwezayê û paşê jî dide tenduristiya mirovan.