ÎZMÎR - Ji 35 pêşnûmayên rantê yên Bînalî Yildirim yek jê "Pêşnûmaya Derbasbûna Kendavê" ye. Li gor pêvajoya wê yî ÇED'ê tê payîn ku wê ev pêşnûma di destpêka sala 2017'an de temam bibe û bi giştî wê milyar û 100 milyon dolar lê bê xerckirin. Lê wê kontrolkirina binî ya kendavê, bibe sedema qirêjbûna behrê. Li gel vê tê îdiakirin ku wê ev pêşnûma herikbariya trafîkê ya bajêr siviktir bike, lê tê diyarkirin ku, wê pêşnûma ne ji bo trafîka nav bajêr, wê xizmeta trafîka nav bajaran bike.
Li Îzmîrê ji bilî "Pêşnûmaya Kulturpark" û "Pêşnûmaya Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Egeyê" ku di bin navê "revîzekirinê" de ji bo rantê hatin vekirin, pêşnûmayeke din a bi navê "Pêşnûmaya Derbasbûna Kendavê" jî heye, ku ev pêşnûma Behra Egeyê û avasaziya xwezayî ya bajêr tehdît dike.
Ev pêşnûma, ji wan 35 pêşnûmayên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên rastî bertekan tên yek jê ye. Yildirim di cejna borî ya Remezanê de hatibû Îzmîrê û di merasîma pîrozkirina cejnê de diyar kiribû ku, ji bo pêşnûmayê daxwazek nû heye û tê xwestin ku navê wê bibe Sûltan Alparslan û wiha gotibû:"Miraqa nekin, em ê wê jî çêbikin."
Pêşnûmaya Derbasbûna Kendavê, ji bakur ji Otorêya Hawirdorê û Herêma Sanayiya Organîze ya Ataturkê, ji başûr jî heta mewkiya Încîraltiyê dirêj dibe. Merhaleyên duyemîn ên vê pêşnûmayê jî tebaxa borî ji aliyê Wezareta Gihanndin, Behrevanî û Ragihandinê ve hat tesdîqkirin.
Ji bo pêşnûmaya ku wê pêvajoya wê yî ÇED'ê di destpêka sala 2017'an de temam bibe, wê tam milyar û 100 milyon dolar bê xerckirin.
Derbasbûna Kendavê ya ku dirêjbûna wê bi qasî 12,6 kîlometre tê plankirin, wê 6,9 kîlometreyê wê wek derbasbûna behrê be. Wê derbasbûna behrê; hezar û 900 metreyê wê tunela tupî ya noqandinê, 4 hezar 175 metreyê wê derbasbûna pirê û wê 880 metreyê wê jî ji giraveke çêkirî pêk bê.
Pêşnûmaya ku wek rêbejahî û pergala biray tê plankirin, li her du aliyên wê dê giradana wê bi pergalên biray ên wek metro û banliyoyê pêk bê.
WÊ BI KONTROLKIRINA BINÎ RE QIRÊJÎ ÇÊBIBE
Yek ji noqteyên xetere yên vê pêşnûmayê jî, di dema çêkirina binavayiya wê de, kontrolkirina binî ye. Li gor pisporan, bermayiyên bixetere yên salên borî ji aliyê saziyên sanayî ve li kendavê ahtibûn rijandin, wê di dema kontrolkirina binî de bibin sedema qirêjbûyîneke zêde.
WÊ JI NAVNEDA BAJÊR DÛR BE
Odeya Endezyarên Înşaatê ya TMMOB'ê dest nîşan kir ku, pêşnûmaya ku wê li herêmeke dûrî navenda bajêr bê çêkirin, wê ne ji bo nav bajêr, wê girêdana nav bajaran pêk bîne û diyar dikin ku, wê pêşnûma ne ji bo trafîka nav bajêr, lê wê ji bo ya nav bajaran xizmetê bike. TMMOB diyar dike ku, wê pêşnûma Kendava Îzmîrê bike du beş û ji ber vê ew li dijî pêşnûmayê ne.
BARKA YÊ EKOLOJÎST: MEBEST JÊDERKÊN ABORIYÊ VEGUHÊZÎNIN SEKTORA FÎNANSÊ
Li gor Ertûgrûl Barka yê ekolojîst jî, wê pêşnûma di serî de jiyana xwezayî ya behrê û hemû hevsenga xwezayî serobino bike.
Barka dest nîşan kir ku, dixwazin jêderkên aboriyê yên Tirkiyeyê veguhêzînin sektora fînansê û wiha got:"Tu dibê qey pirsgirêkên Îzmîrê ên wek perwerdehî, tenduristiyê tune ne, ji bo jêderkên aboriyê yên Tirkiyeyê veguhêzînin sektorên fînansê radibin di navbera Uçkûyûlar û Bostanliyê de Pêşnûmaya Derbasbûna Kendavê çêdikin."
'GIRAVÊN BI HEWESA DÛBAIYÊ WÊ HEVSENGA XWEZAYÎ TARÛMAR BIKIN'
Barka got, di pêşnûmayê de bi kontrolkirina binî ya kendavê re bi heriya ku wê derkeve holê re dixwazin giravên bi hewesa Dûbaiyê çêbikin û dest nîşan kir ku, ev li pêşiya herikbariya ava behrê ya Kendavê faktorên astengiyê ne.
Barka anî ziman ku, bi salan sanayiya Îzmîrê û bi taybetî jî sektora çerman a li Yeşîldereyê, bermayiyên metalên giran rijandine kendavê û li binî ji van bermayiyan tebeqeyek çêbûye û dest nîşan kir ku, wê bi kontrolkirina binî re ev bermayî bibin sedema qirêjiyeke zêde. Barka dest nîşan kir ku, divê demildest dev ji van pêşnûmayên rantê bên berdan û got, pêşnûma ne ji bo fêdeya gelê Îzmîrê ye.
Cîhan Başakçioglû/ dîhaber
SIBÊ: Li Qada Kombûnê ya Afetê înşaata AVM'ê