ENQERE - Gola Eymîrê ya ku bi salan derûdorên rantê xwestin cihê wî ji bo îmarê vekin bi saya têkoşîna parazvanên jiyanê û rêxistinên civakî yên sivîl hate parastin. Lê di salên dawî de ereziya Eymîrê her diçe tê xirakirin.
Gola Eymîrê ya Enqereyê ku bi xweza, zindîwer, sewal û nebatên xwe yek ji golên Tirkiye yên herî rengîn e, di demsalên bahar û havînan ziyaretvanê wê zêde dibin. Gola Eymirê ji bo westîn, aramî û seyranê ji gelek nexweşiyên derûnî û stresê re dibe derman. Dîsa li dijî hewaya bajar û jiyana bajar ji bo tenduristiya mirovan jî cihekî ku oksîjena wê zêde û paqijiya wê zêde ye û dermanê tenduristiyê ye. Lê tevî gelek taybetmendî û xweseriyên xwe yên ekolojî, biyolojîkê dîsa dê xwestin ku qadên beton li vir zêde bikin û nexşeya wê xera bikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û şîrketên rantê bi riyên dîplomatîk hewl didin ku li vir otelê ava bikin û rê li pêş îmarê vekin. Gelek caran şaredariyê xwest destûra mîmarê bide. Saziyên sivîl en civakî gelek caran asteng kirin û destûr nedan ku rê li pêş mîmariyê bê vekirin.
Di salên dawî de li zeviyên tenişta Gola Eymirê avahiyên bilind hatin avakirin û êdî roj li pişt avahiyan hiltê. Li şûna qadên kesk, qadên betonî tên hiştin. Di qanalên televîzyonan de jî reklam tê kirin û bi dîmen û xwezaya gola Eymirê pesnê avahiyên luks ku bên avakirin tê dayîn. Bi avakirina avahiyên nû êdî dîrêjên rojê dê serê sibê û êvaran di nava dar û beran de belav nebin.
‘NAVENDA 160 CUREYÊN ÇÛKAN E'
Gola Eymîrê bi nebatên xwe jî û bi sewalên xwe jî pir rengin e. Bi cureyên, quling, qaqlîbaz, werdek, rovî, kîvroşk, qaz, masiyên sazan, cureyên masiyan û gelek zindîwerên din li vir dijîn. Tê zanîn ku heta niha zêdeyî 226 cureyên çûkan li vir dijîn. Her wiha tê zanîn ku zêdeyî 160 cureyên çûkan li vir hêlîn çêdikin û li vir zêde dibin. Dîsa ji gola Mogan a 3 metre ji Gola Eymirê bilindtir e bi qanalekê avê diherikînin gola Eymirê.
'XWEZAYÊ QETIL DIKIN'
Xwezaparêz Engin Fırat Yuzgeç, diyar kir ku cara duyemîn tê Gola Eymîrê û wiha got: “Ez ji niha û şûnde jî difikirin dem dem bên vir. Em ji hewa û qelebalixiya bajar direvin û tên li vir bêhna xwe didin. Ev avahiyên li vir hatin çêkirin hem xweşikahiya wê û hem jî xwezayê qetil dike. "
Xwezaparêz Aynur Ozbay jî anî ziman ku ji sala 1994'an heta niha tê Gola Eymirê û wiha got: "23 salin em tên vir seyranê û westînê. Ji ber xwezayî ye û bêdeng e pir xweş e. Li vir her tişt resen û xwezayî ye. Lê avahiyên ku nû li vir tên avakirin dê zerarê bidin xwezayê. Dê ruh û nexşeya wê winda bikin. Em ji van avahiyan nerazî ne. Teqez beton me aciz dike. Ger ku avahî li vir bên avakirin tu taybetiya vir namîne.
Li Gola Eymirê sporên xwezayê tên kirin û dîsa ji bo turîstan qadek ziyaretê ye. Hem di demsalên zivistanê de û hem jî di demsalên havîn bahar û payizê de bi rengên xwe yên xweser xwedî taybetiyên cuda û rengîn in.